​​​​​​​′Em ê bi şerê gel ê şoreşgerî tevahî êrişan têk bibin′

Pêkhateyên Qamişlo da zanîn ku bi şerê gel ê şoreşger ew ê tevahî êriş û planên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin.

​​​​​​​′Em ê bi şerê gel ê şoreşgerî tevahî êrişan têk bibin′
12 ÇILE, 2023   23:31
QAMIŞLO

Li hember hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker û hewldanên têkbirina Rêveberiya Xweser, şêniyên herêmê berxwedana xwe li hemû qadan di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de didomînin.

Pêkhateyên Qamişlo da zanîn ku ew ê têkoşîna xwe xurttir bikin û li hember tevahî êrişên dewleta Tirk bibin yek.

XURTKIRINA HÊZA XWESER

Welatiya bi navê Xaliye Temo ya ji Tirbêspiyê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser binesaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: " Dewleta Tirk a dagirker hewl dide gel tune bike û rêbazên jiyanê li herêmê têk bibe."

Xaliye Temo diyar kir ku divê hevgirtina di navbera pêkhateyên herêmê û bilindkirina têkoşînê li gorî şerê gel ê şoreşgerî were xurtkirin û wiha domand: "Ji bilî hêza me tu hêzeke derve nikarin me biparêzin."

ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ GARANTÎ YE

Welatiyê bi navê Raşid El Xanim ê ji Til Hemîsê diyar kir ku gelê Sûriyê bû qurbaniyê lihevkirinên dewletên navnetweyî û wiha got: "Hêzên navneteweyî li hember sûc, êriş, qetilkirin û koçberiya rojane ya ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve çavên xwe digirin û dewleta Tirk jî siyaset û binpêkirinên xwe dewam dike."

Raşid El Xanim destnîşan kir ku şerê gel ê şoreşgerî misogeriya têkçûna planên li dijî gelên herêmê ye û wiha domand: "Divê gel bi hêzên xwe yên leşkerî re hevgirtî bin û li hember dewleta Tirk a dagirker ku hewl didin mozaîka civakî têk bibe, bisekinin."

DEWLETA TIRK BI ÊRIŞÊN XWE CUDAHIYÊ NAXE NAVBERA KESÎ

Welatiya bi navê Leyla Hemze ya ji Amûdê diyar kir ku dewleta Tirk di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ferq nake navbera pêkhateyan û dijmantiya tevahî gelên Kurdistanê dike.

Leyla Hemze wiha got: "Em ê xwe bispêrin şerê gel ê şoreşger û berxwedanê bilind bikin û dê sala 2023′yan bibe sala têkbirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê."

Welatiyê bi navê Wenas El Abdullah ê ji Til Birakê jî destnîşan kir ku gelê herêmê xwe ji tevahî aliyan ve bi rêxistin dike û wiha got: "Welatiyên herêmê amade ne ku tev li QSD′ê bibin. Ji ber ku tenê QSD′ê em ji êrişan parastin."

 (dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/a7cORugwwvc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>