Qahîre û Riyad gefên êrişên leşkerî li dijî Sûriyê red kirin

Wezîrên Karên Derve yên Misir û Erebistana Siûdî çi gefên pêkanîna êrişên leşkerî li dijî xaka Sûriyê û tirsandina gelê Sûriyê red kirin.

Qahîre û Riyad gefên êrişên leşkerî li dijî Sûriyê red kirin
12 ÇILE, 2023   19:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî û wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan li hev civîn û geşkirina têkiliyên dualî yên her du welatan di tevahî aliyan de nîqaş kirin. Ew yek di civîna 5′an a komîteya şêwirê ya siyasî di navbera her du welatan de li asta wezîrên karên derve pêk hat. Li gorî Ajansa Was a Siûdî, ev yek li gorî bendên peymana lihevkirinê ya ji bo avakirina komîteya şêwira siyasî û şopandinê di navbera wan de ye, ku di 26′ê Hezîrana 2007′ê de li Qahîreyê hat îmzekirin, temam bikin.

Her du aliyan li ser pêwîstiya destekdayîna parastina serxwebûna Sûriyê, yekitiya xaka wê, têkoşîna li dijî terorê, vegera penaber û koçberan, gihandina li çareyeke siyasî li gorî biryara navneteweyî ya 2254′an, li hev kir.

Her du welatan çi gefên êrişên leşkerî li dijî Sûriyê û tirsandina gel red kirin.

(fr)