Nêzîkbûna Şam-Enqereyê: Metirsiyên ku sînorên Sûriyê derbas dikin û astengî - Yehya EL HEBÎB

Nêzîkbûna Şam-Enqereyê: Metirsiyên ku sînorên Sûriyê derbas dikin û astengî - Yehya EL HEBÎB
13 ÇILE, 2023   00:43

Aloziyên hevbeş ên aborî û siyasî yên AKP’ê û hikumeta Şamê hişt nakokiyên xwe deynin aliyekê û bigihêjin lihevkirinan ku salên dirêj ên dijminatiyê bi dawî bikin. Rûsyayê navbeykariya van lihevkirinan kir ku li ser Sûriyê û Rojhilata Navîn gef in. Her wiha ji ber astengiyan hêviyên serkeftina vê nêzîkbûnê kêm in.

BANDORÊN NÊZÎKBÛNA HIKUMETA ŞAMÊ Û DEWLETA TIRK A DAGIRKER

Dewleta Tirk ji vê nêzîkbûnê armanc dike komên cîhadî mîna Heyet Tehrîr El Şam û komên din ku girêdayî El Qaîdeyê ne, bi hikumeta Şamê re û bi navbeynkariya Rûsyayê li hev werin. Lê bi çek bimînin mîna li Derayê pêk hatiye. Li gorî raporên di Cotmeha 2022`yan de derketine, Tirkiyê gazî fermandarê lîwayê 8`an Ehmed El Ewde kir ku Rûsya piştgiriya wê dike û li Derayê ye. El Ewde alîkariya hêzên Rûsyayê kir ku rewşa li Derayê saz bike. Ruxmî ku sedemên serdanê û encamên wê nehatin eşkerekirin, lê hemwextî wê behsa nêzîkbûnê hat kirin. Ev jî nîşan dide ku armanc, dubarekirina rewşa Derayê li bakurê Sûriyê ye. 

Lê ferq ew e ku li bakurê Sûriyê çeteyên xwedî fikreke cihadî û yên biyanî hene ku kesek nizane dê çarenûsa wan çi be. Di Nîsana 2022`yan de navenda Cisûr a lêkolînan, raporek amade kir û tê de beşên çeteyên biyanî yên li herêmên Sûriyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, diyar kirin. Li gorî raporê derdora 2 hezar û 500 çeteyên biyanî di nava Heyet Tehrîr El Şam de ne û li ser koman li gorî nîjadên mîna misirî û ewropî û li ser bingeha nenîjadî mîna Çeçen û Ozbek hatine belavkirin. Li gorî navendê, derveyî Tehrîr El Şam, rêxistina Huras El Dîn a girêdayî El Qaîdeyê rêxistina herî zêde ku çekdarên biyanî tê de hene ku hejmara wan derdora 400 e.

Li rex wê, dewleta Tirk dixwaze bi rêya wan çeteyan li Sûriyê xwedî statu be. Her wiha dixwaze opozîsyona Sûriyê ku alîgirên Îxwan Muslimîn e, di hikumeta Sûriyê de bi cih bike ku girêdayî wê bin, mîna ku li Lîbyayê kiriye. Ya ji wê xeternaktir, senaryoya Lubnan û Iraqê li Sûriyê dubare bibe ku hêzên herêmî amûrên wê di Sûriyê de hebin da ku bikarin dewleta Sûriyê û saziyên wê asteng bikin an jî wek kaxizên fişarê li hember siyaset û biryarên Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Mînak; dewleta Tirk di pêşerojê de bi rêya amûrên xwe bandorê li dayîna hinek biryaran bike ku hebûn û hegemonyaya wê li ser qadên stratejîk ên Sûriyê dabîn bike.

ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA NÊZÎKBÛNÊ

Yek ji astengiyên li pêşiya vê nêzîkbûnê derdikeve, dagirkerî di çend salên dawîn de hewl da hebûna xwe li herêmên dagirkirî bi rêya guhertina demografiya wan herêman û ferzkirina siyaseta tirkkirinê pêk bîne. Ew plan nake ji van herêman vekişe, mîna ku hikumeta Şamê daxwaz dike. Yanî ev nêzîkbûn nagihêje serî.

Rûsya û Tirkiye hewl didin dewletên Kendavê, bi taybet Îmaratê îqna bikin ku piştgiriya normalîzekirina bi hikumeta Şamê re bikin. Ji ber ku pêwîstî bi pereyên kendavî û ji nû ve avakirinê û vegera penaberan heye. Lê daxwazeke sereke ya dewletên Kendavê heye ku Îran ji Sûriyê derkeve yan jî hebûna wê qels bibe. Rûsyayê jî gelek caran soza vê yekê daye.

Tevî nebûna Tehranê di dan û standinên Moskovê de, lê ev nebûn taktîk e û daxwaza Tirkiyê ye ku DYA û Îsraîlê ji vê bêtir ji nêzîkbûnê aciz neke. Her wiha daxwazeke Rûsyayê ye ku dewletên Kendavê bi vê gavê îqna bike. Lê ev lihevkirin timayên Îranê jî pêk tîne. Piştî wê dikarin ji lihevkriina Cinêvê û biryarên navneteweyî xwe bidin alî ku banga derketina hêzên biyanî ji Sûriyê dikin. Bi wê re Îran hebûna xwe diparêze ku saziyên leşkerî, ewlehî û aborî yên Sûriyê kontrol dike.

Mayîna Îranê, dê dehf bide dewletên Ereban û Îmaratê ku destekê nedin normzlîzekirinê. Topbaranên Îsraîl û Amerîkayê li dijî Sûriyê zêde bibin û dê asta cezayên Amerîkayê li ser Şam û Rûsyayê zêdetir bibin.

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ Û NÊZÎKBÛNA HIKUMETA ŞAMÊ Û DEWLET TIRK A DAGIRKER

Nêzîkbûna Rûsya, Îran û Tirkiyê bi rêya civînên Astanayê li ser hebûna Amerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim gef çêkiriyie. Her wiha yek ji armacên Rûsyayê yên tevgerandina li gorî berjewnediyên Tirkiyeyê, hewldana dûrxistina Enqereyê ji Washington û NATO`yê ye.

Ev nêzîkbûna nû dê li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê be. Dê Îran û hikumeta Şamê bi rêya berxwedana gel li hember dagirkeriya Amerîkayê, nakokiyan di navbera Rêveberiya Xweser û êlên Ereb de derxin. Her wiha dê şerê taybet tevî dorpêçê li dijî herêmê bimeşînin.

DYA û Koalîsyona Navneteweyî, di vê dawiyê de tevgerên xwe zêde kirin. Şandeyên amerîkî serdana herêmê kir û peyamên hişyariyê ji Tirkiyê û Rûsyayê re şandin. Lê helwesta Amerîkayê nagihêje asta pêwîst û dê ev yek li Sûriyê û herêmê bandorê bike. Ji ber ku dê rê li pêşiya çalakbûna DAIŞ`ê vebe, li rex wê dê Sûriye bikeve bin kontrola Îran û Tirkiyê mîna li Iraqê rû daye, piştî destwerdana Amerîkayê.

ENCAM

Wek encam, diyar dibe ku ev nêzîkbûn tevî ku bala sûriyan û cîhanê dikişîne, lê di asta navîn û dûr de, dê gelek aloziyan bîne serê Sûriyê û herêmê. Bi demê re dê Tirkiye û Îran Sûriyê kontrol bikin. Dê komên cîhadî û komên alîgirên Îranê li ser herêmê bi giştî xetere bin.

Ruxmî hewldanên Rûsya, Îran û Tirkiyê ji bo ku vê nêzîkbûnê temam bikin, lê gelek astengî li pêşiya wê hene. Tirkiye tu tawîzan nade û tenê dixwaze propagandaya vê lihevkirina bi Şamê re bike ku tê de behsa vegera penabaran tê kirin. Dixwaze wê di hilbjiartinan de bi kar bîne. Îhtîmaleke mezin heye ku Erdogan piştî hilbijartinan dev jê berde.

Mîna lihevkirinan, dê ev nêzîkbûn negihêje serî, dê li gelek herêmên Sûriyê banga azadî û rûmetê ji Bakur û Rojilatê Sûriyê heta Dera û Siweydayê were kirin ku hikumeta Şamê û alîgirên wê tirsandin. Diviyabû Koalîsyona Navneteweyî û dewletên Ereban piştgiriya van herêman kiriba ku vîna rastîn a sûriyan rave dike û li ser tu kesî ne xetere ye û dûrî hegemonyaya Tirkiyê û Îranê ne.

(şx)