​​​​​​​Bi boneya salvegera damezirandina Kongra Star pîrozbahiyek hat lidarxistin

Bi boneya nêzîkbûna salvegera damezirandina Kongra Star, jinan li navçeya Til Hemîs a Qamişloyê bi dirûşma “Bi ruh û têkoşîna Sara û Evînan em ê kujeran têk bibin” pîrozbahiyek li dar xist.

​​​​​​​Bi boneya salvegera damezirandina Kongra Star pîrozbahiyek hat lidarxistin
12 ÇILE, 2023   12:29
QAMIŞLO

Di pîrozbahiyê de ku li Navenda Çandê hat lidarxistin, bi dehan jin û endamên saziyên sivîl ên navçeyê amade bûn. Wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Kongra Star li cihê pîrozbahiyê hatin daliqandin.

Di pîrozbahiyê de hevseroka Meclisa Ebû Cirin a navçeya Til Hemîsê Mewza Mihawiş axivî, salvegera damezirandina Kongra Star li endamên wê û tevahî jinên cîhanê pîroz kir.

Mewza bal kişand ser rola Kongra Star di birêxistinkirina jinan de û destnîşan kir ku Kongra Star birêxistinbûna xwe ji fikrên rêber Ocalan digire ku armanca wî rizgarkirina tevahî jinan ji zîhniyeta baviksalar bû.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Kongra Star (Yekitiya Star berê) di 15`ê Çileya 2005`an de hat avakirin, xwe li gorî paradîgmaya rêber Abdullah Ocalan a li ser esasê demokrasî-ekolojî û azadiya jinan bi rêxistin dike. Kongra Star li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Lubnan, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê çalak e.

(cx)

ANHA