Tevliheviya li Siwêdayê: Çekdaran êriş bir ser erebeyekê

Çekdarên nenas li ser rêya Merik-Siwêdayê gule li erebeyekê reşandin ku 2 ciwan tê de bûn û milyon û nîv lîreyên Sûriyeyê û telefonek destan ji ciwanan stendin.

Tevliheviya li Siwêdayê: Çekdaran êriş bir ser erebeyekê
12 ÇILE, 2023   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên derbasbûyî de, li ser rêya Merik-Siwêda çekdarên nenas pêşiya erebeyekê girt ku 2 ciwan tê de bûn û gule lê reşandin. Her du ciwanên di erebeyê de birîndar bûn û neçar bûn ku rawestin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çekdarên êriş kirine milyon û nîv lîreyê Sûriyeyê û telefoneke destan ji ciwanan stendine.

Hat ragihandin ku her du ciwanên birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya li gundê Merdek.

Di sala borî de li herêmên serweriya hikumeta Şamê 159 sûcên kuştinê pêk hatine, di encamê de 174 kes bûne qurbanî. Piraniya van sûcan li bajarên Siwêda, gundewarên Şamê û Humsê pêk hatin.

(cx)