Jinek û 2 zarokên DAIŞ`iyan radestî şandeya Barbadosê hatin kirin

Rêvberiya Xweser jinek û 2 zarokên çeteyên DAIŞ`ê radestî şandeya dewleta Barbadosê kirin.

Jinek û 2 zarokên DAIŞ`iyan radestî şandeya Barbadosê hatin kirin
11 ÇILE, 2023   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 9`ê Çileyê de şandeyeke dewleta Barbadosê bi serkêşiya cîgirê balyozê Barbadosê Andre Padmore serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Şande ji aliyê cîgerê hevseroketiya daîreyê Fener El Giêt, endamê daîreyê Xalid Îbrahîm, endamê Nivîsgeha Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Lane Hisên û nûnera Desteya Jinan Hiweyde Mihemed Selîm Mihemed ve hat pêşwazîkirin.

Di civîna her du aliyan de, rewşa Sûriyeyê, girîngiya çareseriya aloziyê li gorî biryara navneteweyî ya bi hejmara 2254’an û rewşên mirovî, aborî û ewlehiyê li herêmê hatin nîqaşkirin.

El Giêt behsa nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de, gef û êrişên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriyeyê ku rê didin vegera terorê, kir. El Giêt her wiha behsa bandorên girtina deriyê Til Koçer di aliyê aborî û mirovî de kir û wek neheqiya li sûriyeyan bi nav kir.

El Giêt destnîşan kir ku Rêvberiya Xxweser dê hevkariya bi Barbadosê re û hemû dewletên ku welatiyên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene dewam bike.

Serokê şandeyê Andre Padmore jî got: "Em êş, azar û windahiyên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîs dikin. Em hêvî dikin ku hûn tevî hêzên xwe têkoşîn û xebata xwe ya di oxira mirovahiyê de bidomînin.”

Padmore ji ber şerkirina li dijî terorê û vegerandina welatiyên Barbadosê, spasiya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir.

Li gorî malpera Daîreya Têkiliyên Derve, di dawiya civînê de li gorî belgeyeke fermî, jinek û 2 zarokên çeteyên DAIŞ’ê hatin radestkirin.

ANHA