​​​​​​​Ji ber tunebûna saziyên dewletê lubnanî xwe bi xwe, xwe diparêzin

Li gelek taxên Lubnanê dizî, talan û tunebûna ewlehiyê pir bûne, li hember wê jî hin ciwanan biryar da ku ji saet 6’ê êvarê heta 6’ê sibê ji bo parastina taxan û şêniyan nobedariyê bikin. Li gel jihevketina dewletê xuya ye ku li Lubnanê nîşaneya projeyeke ewlehiyê ya xweser heye.

​​​​​​​Ji ber tunebûna saziyên dewletê lubnanî xwe bi xwe, xwe diparêzin
11 ÇILE, 2023   06:18
BEYRÛT – ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Bê guman tevliheviya siyasî û aborî bandor li rewşa ewlehiyê ya Lubnanê kiriye. Dîmenên diyardeya “xweparastinê” li vir û “ewlekariya taybet” li wir balkêş in. Nexasim ku rola saziyên dewletê bi temamî nemaye. Ruxmî ku hêzên ewlehiyê daxuyaniyan didin ku “li dijî sûcan tê dikoşe û sûcdaran digire.”

Ji ber pirbûna diziyê, şêniyên Lubnanê neçar mane ku çareseriyekê bibînin û herêmên xwe biparêzin. Ji ber wê di gelek gund, bajarokên nêzî beravê û herêmên çiyayê de kom hatine avakirin ku bi şevê nobedariyê digirin.

‘XWEPARASTIN ÇARESERIYA ALTERNATÎF E’

Bi êvarê re, nexasim bi tunebûna kehrebeyê re ku dinya tarî dibe, dayika Fuad Hîcazî sindoqên dikana xwe yên li derve rêzkirî ne, kom dike û dixe hundirê dikanê. Deriyê hesin ê dikana xwe digire û berê xwe dide malê ku hema bi çend metreyan nêzî dikanê ye.

Ji berî çend hefteyan ve, dayika Fuad (63) êdî wek berê li dikana xwe namîne, ji ber ku bi êvarê re dinya tarî dibe û kesek li kolanan namîne.

Dayika Fuad ji ber diziyê û talankirinê ku li Lubnanê belav bûye, bi fikar e, nexasim ku ew jî bi tena serê xwe li mala xwe ya kevin dijî, piştî ku zarokên wê li welatên cuda belav bûn.

Dayika Fuad ji ajansa me re destnîşan kir ku ev tirsa ku niha belav bûye di salên şerê navxweyî de tune bû, ku wê demê heta nîvê şevê li dikana xwe dima ji ber ku şênî tev hişyar diman.

PIRBÛNA DIZÎ Û TALANKIRINÊ

Rojane bûyerên dizî û talankirinê rû didin, ji ber tunebûna ewlehiyê û pirbûna van bûyeran, komeke ciwan biryar da ku bi xwe mal û taxên xwe biparêzin û bi rastî jî gelek hewldanên diziyê têk birin.

Ciwanekî ji wê komê diyar kir ku armanca wan a sereke parastina malan e û tiştê ku ew dikin bi şev xew nakin û heta sibê tevgera li taxê dişopînin.

Ciwanê 20 salî ji ajansa me re wiha axaftina xwe domand: "Koma me gelek hewldanên diziyê li herêmê têk birin û sûcdar jî radestî hêzên ewlekariyê kirin. Her wiha me motorsîklêtek ji xwediyê wê re vegerand ku hatibû dizîn."

XWEPARASTINA REWA

Xuya ye ku însiyatîfên bi vî awayî di çarçoveya xweparastina rewa de êdî tiştekî normal in. Tevî ku aliyên fermî ji vê gavê bi fikar in, ji ber ku di pêşerojê de rê vedike ku her herêmek li Beyrûtê ewlehiya xwe ya xweser dabîn bike. Lê belê hêzên ewlekariyê yên fermî ji çavkaniyên çapemeniyê re diyar kirin ku ev komên nobedariyê li gelek taxên tarî û yên nehatine ronîkirin, bi awayekî baş û bi rêk û pêk tên birêvebirin û endamên koman bêçek in û dema tevgereke nenormal dibînin yekser agahiyê didin artêşê û hêzên ewlekariya hundirîn.

Her wiha xelkê Beyrûtê li ser Whatsappê grup bi gundan re ava kirin da ku koordîne di navbera şêniyan de hebe dema dizî pêk hat yan jî tevgereke bi guman hebû. Çavkaniyên çapemeniyê, çavkaniyên dan zanîn ku ciwanên koman bi şev li nav kolanan nagerin, lê belê li ser grupên Whatsappê dema tevgereke biguman li derdora gundekî hebe, agahî didin. Pişte komeke ciwan berê xwe didin wê erdnîgariyê û ger koma ciwanan piştrast bibin dizî hebe agahiyê didin hêzên ewlekariyê.  

Ji ber zêdebûna bûyerên dizî û talankirina malan, zeviyan û kablên kehrebeyê, şênî neçar man ku gavên wiha biavêjin û xwe bi xwe biparêzin, nexasim ku êdî dewlet jî nikare wek berê rewşê kontrol bike. Ev jî îsbat dike ku gel dikare kar û barên xwe, xwe bi xwe bi rê ve bibe.

(mh)

ANHA