Têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê: Tawîzdayîna Şamê û dagirkeriya Enqereyê

Sûriyeyî ji nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de bi fikar in. Dîroka têkiliyên her du dewletan, bi bîr dixe ku Şamê bi dewleta Tirk a dagirker re gelek lihevkirinên ku tu berjewendiya gelê Sûriyeyê tê de tune bû, pêk anîn.

Têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê: Tawîzdayîna Şamê û dagirkeriya Enqereyê
11 ÇILE, 2023   00:55
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED SEMÎR

Têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê di salên 1990`î de nexasim piştî derketina Osmaniyan ji Sûriyeyê di 1918`an de, bê istîqrar bûn. Dijminahî, alozî û nakokiyên di navbera her du aliyan de demeke dirêj serwer bûn. Rageşî gihîşt wê astê ku dewleta Tirk gelek caran hêzeke mezin li ser sînorên Sûriyeyê bi cih kirin.

Di sala 1998`an de bi lihevkirinek veşartî ya bi navê “Lihevkirina Edeneyê” têkiliyên Tirkiye û hikumeta Şamê ji nû ve zindî bûn. Bi rêya peymanê rê li pêşiya Tirkiyeyê hat vekirin ku destdirêjiyê li serwerî û xaka Sûriyeyê bike.

Nakokiyên her du aliyan ên têkildarî gelek dosyayên mîna Lîwa Îskenderon, pirsgirêkên sînor, parvekirina ava çemê Firatê û doza kurdî bi dehan salan dirêj kirin.

TIMAYÊN JI DEMA MÊTINGERIYÊ DE

Mîna ku Erdogan niha jî dike, serokkomarên berê yên Tirkiyeyê jî alozî û şer bi kar dianîn, dewlet şantaj dikirin da ku timayên xwe pêk bînin. Tirkiyeyê şert û mercên Şerê Cîhanê yê Duyemîn îstismar kirin û piştî lihevkirina bi Fransayê re ku wê demê heta sala 1947`an li Sûriyeyê mêtinger bû, Lîwa Îskenderon ku beşek ji Sûriyeyê bû, bi awayekî fermî di sala 1939`an tev li xaka xwe kir.

Sûriyeyê li gorî biryara qanûna Rêxistinên Îdarî ya hejmar 5’an, Lîwa Îskenderon wek parêzgeha 15`emîn îlan kir. Lê di sala 1936`an de ji bo serxwebûna Lîwa Îskenderon Fransayê bi Sûriyeyê re lihevkirinek îmze kir. Lê helwesta Fransayê bi lez û bez guherî û di sala 1939`an de bi Tirkiyeyê re li hev kir. Bi wê yekê rê da Tirkiyeyê ku siyaseta tirkkirinê pêk bîne, di encamê de piştî ku ji bo Ereb, Kurd, Ermen û Tirkan welatekî biçûk bû, rêjeya Tirkan li Lîwa Îskenderon zêde bû.

Ji bo ku wê dagir bike, Tirkiyeyê leşkerên xwe derbasî Lîwa Îskenderon kirin. Pê re pêvajoya destpêkê ya tirkkirina parêzgehê dest pê kir. Navê wê kir Hatay. Pêkhateyên sûriyeyî yên resen hatin koçberkirin û hinekên din li şûna wan hatin bicihkirin. Nasnama û çanda hat guhertin, ziman û pereyên Tirkiyeyê hatin ferzkirin. Senaryoya wê demê pêk hatiye, niha li herêmên bakurê Sûriyeyê yên dagikirî dubare dibe.

Hikumeta Şamê her tim Lîwa Îskenderon wek herêmeke Sûriyeyê bi nav kir, ku çiqas dem di ser re derbas bûbe jî dê dev jê bernede. Di dawiya Mijdara 2021`an de ev mijar dîsa hat rojeva Meclisa Gel a Sûriyeyê û tekez kir ku 'Lîwa Îskenderon beşek ji Sûriyeyê ye û ji bo wê vegerînin dê sûriyeyî tiştê herî giranbiha feda bikin'. Meclisê tişta bi Lîwa Îskenderon hatiye wekî “sûc” bi nav kir. Vê yekê Tirkiye bi hêrs kir û bi devkî êriş kir, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê daxuyaniya Meclisa Gel a Sûriyeyê bi “zimandirêjî û ne qanûnî” bi nav kir.

SEWQIYATÊN LEŞKERÎ Û ŞANTAJA BI RÊYA AVÊ

Dijminatî û têkiliyên bi nakok berdewam kirin. Sala 1957`an di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de alozî derket, Tirkiyeyê bi hezaran leşkerên xwe li ser sînorên bakurê Sûriyeyê kom kirin û gefa dagirkirinê xwar. Misirê jî hêzên xwe li bendera Lazîqiyê kom kirin, pê re zemîna yekitiya di navbera Misir û Sûriyeyê de ya sala 1958`an, hat danîn. Yekitiya Sovyet jî gef xwar ku eger artêşa Tirkiyeyê ya endama NATO`yê bikeve Sûriyeyê, dê derbê li Tirkiyeyê bixe.

Doza din ku hîna jî sûriyeyî azarên wê dikişînin, doza avê ye. Tevî hemû lihevkirinan jî, lê hîna ev doz faktorekî neyînî yê xirabbûna têkiliyên Sûriye û Tirkiyeyê de ye ya ku siyaseta tîkirina sûriyeyiyan û derbekirina aboriya wan dimeşîne.

Tirkiyeyê hemû lihevkirin û peyamên ku ji dema Peymana Lozanê ya 1923`yan de îmze kirine, binpê kirin. Di sala 1987`an de Sûriye û Tirkiyeyê li hev kir ku para Sûriyeyê ji ava çemê Firatê 500 metrokab di saniyekê de be, lê Tirkiye di çareserkirina vê pirsgirêkê de ne cidî bû.

Tirkiyeyê ev doz bi kar anî û Sûriye pê şantaj kir ku li beramberî dijbertiya doza gelê Kurd, dê rê bide ku di saniyê de 500 metrokab av derbasî Sûriyeyê bibe.

Sala 1989`an Tirkiyeyê dest bi avakirina 22 bendavan li ser çemê Firatê kir. Av li ser Sûriye û Iraqê heta mehekê (ji 13.01.1990`î heta 12.02.1990`î) qut kir. Bi vê yekê têkiliyên her du aliyan aloztir bûn.

Sala 1993`yan Suleyman Demîral serdana Şamê kir û saz da ku pirsgirêka avê beriya dawiya salê çareser bike. Lê civînên di wê der berê de li dar ketine hemû bi bin ketin. Di sala 1994`an de, para avê ya Sûriyeyê ya salane ji 32 milyar metrokab daket 23 milyar metrokab.

LIHEVKIRINA EWLEHIYÊ YA LI DIJÎ KURDAN Û SERDESTIYA SÛRIYEYÊ

Di Tebaxa 1996`an de hikumetên Tirkiye û Îsraîlê gelek lihevkirinên hevkariya leşkerî û ewlehiyê îmze kirin ku li gorî wê dikare ji axa xwe Sûriyeyê bişopîne (sîxuriyê bike). Tirkiye dewleta pêşîn bû ku di Adara 1949`an de Îsraîl nas kir. Şamê jî ev yek wek provokasyonekê bi nav kir ku yekser wê dike hedef.

Di sala 1998`an de artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe li ser sînorên bakurê Sûriyeyê bi cih kirin û carek din gef li Sûriyeyê xwar ku heke Abdullah Ocalan dernexîne dê herêmên Sûriyeyê bike.

Rêber Abdullah Ocalan di 10`ê Cotmeha 1998`an de ji Sûriyeyê derket û bi komployeke navneteweyî bi tevlêbûna îstîxbaratên gelek dewletan, di 15`ê Sibata 1999`an de li Nayrobî dîl hat girtin.

Piştî îmzekirina Peymana Edeneyê ku li bajarê Edene yê başûrê Tirkiyeyê di 20`ê Cotmeha 1998`an de pêk hatiye, dijminahiya dewleta Tirk û hikumeta Şamê bi serokatiya Hafiz Esed veguherî nêzîkbûnê. Ev yek bi navbeynkariya welatên herêmî û di serî de Misir li ser hesabê gelê Kurd pêk hat.

Piştî lihevkirina ewlehiyê, têkiliyên di navbera her aliyan de veguherîn hevkariyeke stratejîk û îstîxbaratî. Di encamê de bi dehan lihevkirin di qadên cuda de hatin îmzekirin. Ev lihevkirin, maf da Tirkiyeyê ku heta 5 kîlometreyan bikeve axa Sûriyeyê.

JI BO PÊKANÎNA TIMAYÊN XWE, TIRKIYE LI BENDA FIRSENDÊ YE

Nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de dirêj nekir. Piştî destpêkirina aloziya Sûriyeyê di 2011`an de dîsa dijminatî derket pêş. Piştî Peymana Edeneyê, Tirkiye li ser hesabê sûk û bazirganên sûriyeyî bû hevalbendê aborî û siyasî yê hikumeta Şamê.

Ev têkilî bi destpêkirina aloziyê re serobinî bûn. Dewleta Tirk a dagirker û Erdogan ji kesên pêşîn bûn ku banga hilweşandina rejîma hevalbendên xwe yê berê Beşar Esed kir, destek da komên çeteyan û balyozxaneyên xwe yên li Şamê di Adara 2012`an de girtin.

Di dirêjahiya 12 salan de, Esed û Erdogan hev du tawanbar dikirin. Erdogan gelek caran Esed bi “terorîst” bi nav dikir û got 'em çawa dikarin bi serokekî sûriyeyî re ku nêzî milyonek welatiyên xwe kuştin, li siberojê binerin û pê re kar bikin!”

Li beramberî wê, Esed jî Erdogan bi “Îxwanperest, diz û derewker” bi nav kir û di daxuyaniyekê de got “Heke ji min pirs bikî, tu bi çi dihesî heke tu neçar biminî destê xwe bidî destê kesekî ji cemaeta Erdogan an jî pê re bicivî, ez ê pê re hevdîtinê nekim, wê dilê min ji hevdîtinek wisa bixele.”

Erdogan bi çek û cebilxaneyê destek da komên çeteyan. Rûsyayê jî, piştevaniya hikumeta Şamê kir heta ku hişt çêja serkeftinê hîs bike. Nexasim piştî ku dewleta Tirk herêmên ku di bin kontrola çeteyan de ne, li beramberî bazarên di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de radestî hikumeta Şamê kirin.

Di encama wan lihevkirina de Tirkiyeyê gelek herêmên Sûriyeyê mîna Raî, Ezaz, Cerablus, Efrîn, gundewarê Idlibê, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û bi dehan baregehên leşkerî ava kirin, demografiya wan herêman guherand û siyaseta tirkkirinê meşand.

HIKUMETA ŞAMÊ JI TECRUBEYÊN BERÊ DERS NEGIRTIN

Ji bo berdewamkirina rêgeha Astan dema civîna Tehranê ya di navbera Rûsya, dewleta Tirk û Îranê de, behsa nêzîkbûnê di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk hat kirin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn di hevdîtina xwe ya li gel Erdogan li Moskovê di 2019`an de mijara “Peymana Edeneyê” dîsa xiste rojevê lê piştî ku guhertin tê de çêkir û derfet da Tirkiyeyê ku heta 35 kîlometreyan bikeve axa Sûriyeyê.

Ji bo nêzîkbûnê û vejandina têkiliyan di navbera Tirkiyeyê û hikumeta Şamê de, di 28`ê Kanûna 2022`yan de dan û standinên sêalî di navbera Rûsya, Tirkiye û Sûriyeyê de li ser asta wezîrên parastina pêk hatin. Ji daxuyaniyên wan diyar bû ku armanca wan dijbertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Di hevdîtina dawîn de behsa pêkanîna civînekê li ser asta wezîrên karên derve hat kirin, vê jî lîsteya dûvdirêj a tawîzên ku hikuemta Şamê di 40 salên dawîn de dane Tirkiyeyê bi bîra sûriyeyiyan xist. Ev helwesta sûriyeyiyan li herêmên dagirkirî derket holê ku niştecihên wan herêman li dijî vê nêzîkbûnê daketin xwepêşandanan.

(şx/cx)

ANHA