Ciwanên Dêrazorê nêzîkbûna dewleta Tirk û hikûmeta Şamê red kir

Ciwanên rojavayê Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û nerazîbûna xwe li hember nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta Şamê nîşan da.

Ciwanên Dêrazorê nêzîkbûna dewleta Tirk û hikûmeta Şamê red kir
10 ÇILE, 2023   14:13
DÊRAZOR

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan û yên Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê yên gundewarên rojavayê Dêrazorê li ber navenda Meclisê ya Muhêmîdiyê kom bûn û daxuyaniyek da.

Hevserokê Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El-Salih daxuyanî xwend û di destpêkê de ev tişt hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker bombebaranên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, navendên sivîl, binesaziyê û sivîlan dike hedef. Hemwextî wê îstxbarata Tirk ferman da şaneyên DAIŞ′ê ku êrişên xwe li dijî QSD′ê û saziyên Rêveberiya Xweser zêde bikin.

Em Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê êrişên dewleta Tirk û bombebarankirina navendên stratejîk û qutkirina debara jiyana gelê me şermezar  dikin, her wiha em bikaranîna penaberên Sûriyê li Tirkiyê wek rêbaza bazariyê û belgeya ji bo wergirtina hin qezencan, şermezar dikin.

Hemû hevdîtinên di vê dawiyê de ku di navbera Rûsya, Tirkiyê û hikumeta Şamê de yên bi armanca têkbirina berxwedana gelê me dizanin.

Em bang li rêxistinên taybet bi mafên mirovan û civata navneteweyî dikin ku li hember van gefan bisekinin, sînorekê ji rejîma Tirkiyê re deynin û zextê lê bikin ku dawî li êrişên wê bînin."

ANHA