MSD û Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê li ser plana xebata hevbeş li hev kir

MSD′ê û Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê plana xebata hevbeş ji bo çareserkirina krîza Sûriyê eşkere kir.

MSD û Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê li ser plana xebata hevbeş li hev kir
10 ÇILE, 2023   11:47
QAMIŞLO

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê civîneke çapemeniyê li ser serdana dawîn a ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re di 27′ê Kanûna 2022′yan de û rêzecivînên di navbera her du aliyan de, li dar xist.

Di civîna çapemeniyê de, hevseroka MSD′ê Emîne Omer û sekreterê giştî yê Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê Aram El Domanî axivîn. Civîn li Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk a Qamişloyê hate lidarxistin.

Emîne Omer di civînê de got: "Me gelek mijar û dozên girêdayî hemû sûriyan nîqaş kirin. Ji wan jî mijara gef, berjewendî û armancên dewleta Tirk ên bi hewla derbasbûna li Sûriyê, mijarên girêdayî sûc û guhartina demografîk li Sûriyê, mekanîzmaya vegera hemû koçberan li herêmên xwe, nîqaş kirin."

Emîneyê wiha domand: "Me nêzîkbûna Sûriye-Tirkiyê ya bi navbeynkariya Rûsyayê û encamên wê yên li ser xetereyên ewlehî, bêîstîqrariya li herêmê, astengiya çareserkirina krîza Sûriyê û gihandina ber bi çareyeke siyasî ji hemû aliyan re û êrişên terorê li herêmê, nîqaş kirin. Her wiha me kedên ji bo çareya siyasî li gorî biryarên navneteweyî, bi taybet biryara 2254′an jî nîqaş kirin."

Emîne Omer wiha dawî li gotina xwe anî: "Gelek nuqteyên hevbeş di nava MSD′ê û Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê de hene û dê ew nuqte di qonaxa bê de bi awayekî pratîk pêk bên."

Li aliyekî din jî sekreterê giştî yê Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê Aram El Domanî tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha got: "Ev serdan, piştî gelek hevdîtinên di navbera MSD′ê û Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê li Washingtonê û Ewropayê de pêk hatin. Di nava me de gelek armancên hevbeş hene. Ev serdan ji bo nasîna mekanîzmeya rêveçûna xebata rêveberiya sivîl de pêk hat. Me tecrubeya wê di van salan de li ser asta Sûriyê ji bo xizmetkirina şêniyan, belavkirina ewlehî û îstîqrarê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dît."

El Domanî wiha pê de çû: "Armancên hevbeş ên me û MSD′ê ew in ku çareyên siyasî ji bo bidawîkirina azarên gelê Sûriyê pêk bên. Îro gelê Sûriyê li hember gelek astengiyan e. Ji wan jî dewlet hewl didin li dora wê bizîvirin, ew jî biryara 2254′an e û ji destpêka civînên Astanayê û êrişên herêmên bêçek de pêk tên. Di encamê de guhartina demografîk li Sûriyê çêbûn, herêmên başûr radestî rejîma Sûriyê bûn û gelê wê koçberî bakurê Sûriyê bûn. Her wiha dewleta Tirk a dagirker gelek êrişên leşkerî li Bakur û Rojhilat û Rojavayê Sûriyê pêk anîn û di encamê de bi hezaran welatî koçberên herêmên din bûn, mînak Efrîn.”

Aram El Domanî di dawiyê de spasiya MSD′ê li ser dîtina formeke hevbeş di navbera hêzên neteweyî yên demokratîk de ji bo pêkanîna çareyeke siyasî û guhartina demokratîk a li Sûriyê kir.

(fr)

ANHA