Şêniyên Qamişloyê li dijî komkujiya Parîsê meşiyan

Li navçeyên Til Koçer, Dêrik û Til Birakê yên kantona Qamişloyê bi sedan kes li dijî Komkujiya Yekemîn a Parîsê meşiyan. Di meşan de soza domandina xeta şehîdan hate dayîn.

Şêniyên Qamişloyê li dijî komkujiya Parîsê meşiyan
Şêniyên Qamişloyê li dijî komkujiya Parîsê meşiyan
Şêniyên Qamişloyê li dijî komkujiya Parîsê meşiyan
Şêniyên Qamişloyê li dijî komkujiya Parîsê meşiyan
Şêniyên Qamişloyê li dijî komkujiya Parîsê meşiyan
Şêniyên Qamişloyê li dijî komkujiya Parîsê meşiyan
Şêniyên Qamişloyê li dijî komkujiya Parîsê meşiyan
Şêniyên Qamişloyê li dijî komkujiya Parîsê meşiyan
Şêniyên Qamişloyê li dijî komkujiya Parîsê meşiyan
9 ÇILE, 2023   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi wesîleya salvegera 10ʹemîn a Komkujiya Yekemîn a Parîsê ya ku Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan tê de hatin qetilkirin, li navçeyên kantona Qamişloyê meş hatin lidarxistin.

DÊRIK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Vt3xoTPu-go" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Bi sedan şêniyên navçeya Dêrikê bi dirûşma "Bi rih û têkoşîna Sara û Evînan em ê kujeran têk bibin" daketin qadan û komkujî şermezar kir.

Meşê ji Qada Azadî ya navçeyê dest pê kir. Di meşê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin û wêneyên şehîdên her du komkujiyên Parîsê hatin hildan.

Meş li sûka navendî veguherî mîtîngê. Endama Rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Sûad Şiwêş bal kişand ser têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz û got: "Şehîd Sakîne di têkoşîna azadiya hemû jinan de pêşeng bû. Bi hezaran jinan îradeya xwe ji fikrê ronî yê şehîd Sakîne digirin."

Sûad Şêwîş anî ziman ku hedefkirina têkoşer Sakîne û hevalên wê hedefgirtina doza kurdî û azadiya hemû jinan e û wiha domand: "Şehîd Sakîne ji bo mîsogerkirina mafên gelê Kurd û azadiyê jinan, bi salan li çiyayên Kurdistanê û parçeyên din tê koşiya."

Mîtîng bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

TIL KOÇER

Li navçeya Til Koçerê jî bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, jin, ciwan û malbatên şehîdan, bi sedan kes li Çerxerêya Delê dest bi meşê kir.

Şêniyan dirûşmên şermezarkirina her du komkujiyên Parîsê, silavkirina berxwedana jinan û dilsoziya bi şehîdên komkujiyê re berz kirin. Di meşê de wêneyên şehîdan, posterên rêber Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hatin hildan.

Meş li ber avahiya Şaredariya Gel a navçeyê rawestiya. Endama Kongra Star a navçeyê Emel El Celûd komkujiya Parîsê şermezar kir û bi bîr xist ku Sakîne Cansiz ji jinên pêşeng bû ku tev li têkoşîna PKKʹê bû û li Fransayê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin.

Emel El Celûd bêdengiya hêzên navneteweyî û hikumeta Fransayê ya li hemberî komkujiyên li dijî gelê Kurd û jinan bi taybet şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk ji têkoşer Sakîne, heta şehîd Hevrîn Xelef û Barîn Kobanê komkujiyên li dijî jinan dewam kirin.

Emel El Celûd soza şopandina xeta şehîdan da.

Endamê Meclisa Navçeya Til Koçerê Salih El Kino jî bal kişand ser rola her sê jinên têkoşer û got: "Hersê jinan roleke girîng di teşhîrkirina siyasetên dewleta Tirk a dagirker de lîstin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk hewl dide doza jinên azad têk bibe."

TIL BIRAK

Bi dehan şêniyên navçeya Til Birakê jî li dijî komkujiyên Parîsê ji deriyê rojava yê ketina navçeyê heta Çerxerêya Şehîdan a naverasta navçeyê meşiyan. Şêniyan wêneyên şehîdên her du komkujiyan, posterên rêber Abdullah Ocalan rakirin û dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Şehîd namirin" berz kirin.

Li Çerxerêya Şehîdan, endama Rêveberiya Kongra Star a navçeyê Sumeya Setûf li ser têkoşîna şehîd Sara axivî û got: "Keça por sor, rûken û kesayeta bi hêz, têkoşîna xwe ya lêgerînê dest pê kir, serî ji adeketên kevn re netewand."

Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

ANHA