​​​​​​​′Ji dêvla bi Kurdan re nîqaş bike bi dewleta Tirk re dike′

Serokê Rêxistina Destpêkê Yemen (Yemen Ewelen) Ebdulkerîm El Ensî da zanîn ku diviyabû hikumeta Şamê ji dêvla dan û standin bi dewleta Tirk a dagirker re çêdikir, bi Kurdan re çêkira.

​​​​​​​′Ji dêvla bi Kurdan re nîqaş bike bi dewleta Tirk re dike′
9 ÇILE, 2023   03:22
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Ji nîvê 2022′yan ve rejîma Tirkiyê dest bi guhartina zimanê axaftina xwe li hember hikumeta Şamê kiriye û xîtaba xwe ya dijminane ku zêdetirî 11 salan dewam kir guhart. Dûre pêkanîna hevdîtinên îstîxbaratî bi navbeynkariya Rûsyayê hate ragihandin. Her wiha piştre wezîrên parastinê û îstîxbaratê yên hikumeta Şamê û dewleta Tirk bi navbeynkariya Rûsyayê li hev civîn. Tê texmînkirin ku hevdîtina sêalî careke din di vê mehê de li dar bikeve.

Serokê Rêxistina Destpêkê El Yemen Dr.Ebdulkerîm El Ensî ji ajansa me re hevdîtina di navbera wezîrên parastinên yên dewleta Tirk, Rûsya û hikumeta Şamê li Moskovê di 28′ê Kanûna 2022′yan de bi "hevdîtineke reşkirinê, kût û pir xwar " bi nav kir.

El Ensî wiha domand: "Ev hevdîtin ji bo çi şîrovekar an jî şopînerekî siyasî yan jî navendeke lêkolînerê pir qirêj e. Şamê bi wezîrê parastinê yê dewleteke serweriya wê bin pê kir û tevahî cureyên koçberî, qetil û guhartina nasnameya Sûriyê li herêmên dagirkirî pêk anîn û desteka da DAIŞ′ê re, civîneke şermînî pêk anî."

DOZA KURD DOZEKE MAFDAR E

El Ensî diyar kir ku divê hikumeta Şamê ji dêvla dan û standinê bi dewleta Tirk a dagirker re dike bi Rêveberiya Xweser re bike û ev tişt anî ziman: "Ji dêvla nîqa û lêkolîna bi Kurdan re nîqaşê bi dewleta Tirk re dike. Mîna ku Kurd ne welatiyên sûrî ne. Tiştekî pir qirêj e ku dewletek dev ji serwerî û gelê xwe berde, ruxmî ku doza Kurd dozeke mafdar e û girêdayî rewşa hundirîn e. Rêveberiya Xweser jî daxwaza qutbûnê ji Sûriyê nake. Lê ew li gorî rêgezên cîhanê û herêmê ya rêveberiya xweser rêveberiyek e ku ewlehî û îstîqrarê pêk tîne."

El Ensî bal kişand ser armancên dewleta Tirk ji hevdîtinê û diyar kir ku dewleta Tirk her tim ebaya sultanê li xwe dike û hewl dide di vê demê de, ji ber nêzbûna hilbijartinên serokatiyê, dewletên mezin qezenc bike.

Têkildarî planên Rûsyayê jî El Ensî ev tişt got: "Rûsya hewl dide dewleta Tirk bişikîne nava şerê Rûsya-Ukranya  ku siyaseta derve ya Rûsya giran kir û derbasî çiraveke şerekî bêdawî kir. Dewleta Tirk jî ger biryar da derbasî vî şerî bibe, dê fatoreke pir giran bide. Ne aborî, ne muxalefet ne jî gelê Tirkiyê ji vê yekê razî ne."

Li ser nebeşdarbûna Îranê di civîna dawî de, El Ensî ev tişt anî ziman: "Ez texmîn dikim ew yek ji ber daxwaza Îranê û rewşa wê ya hundirîn bû. Ji ber li piranî bajarên Îranê xwepêşandanên berfireh hene, ji wê zêdetir zexta Ewropa û Amerîkayê li dijî Îranê têkildarî balafirên bêmirov ên Îranê ku di Rûsya li dijî Ukrayna bi kar tîne û rêzecezayên rojane li ser wê tên ferzkirin hene. Em dizanin ku rejîma Îranê li gorî rejîma Rûsyayê dimeşe û hewl dide Ewropa û Amerîka şantaj neke."

El Ensî erêkirina hikumeta Şamê li ser dagirkirina herêmên nû yên Sûriyê ji ber du sideman bi dûr nexist û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Sedema yekemîn, ji ber rejîma Beşar Esed ji vê yekê sûdwar e û dibîne ku derbasbûna dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê awartebûnek e. Sedema duyemîn jî, rejîm dibîne ku çi şerek di navbera dewleta Tirk û QSD′ê de pêk were dê li gorî berjewendiyên wê be."

(fr)

ANHA