​​​​​​​Koçberên Efrînê: Divê hikumeta Şamê dawî li dorpêçê bîne

Koçberên ji Efrînê yên li kampa Serdemê dimînin, bang hikumeta Şamê kir ku dorpêça li ser kantona Şehba rake.

​​​​​​​Koçberên Efrînê: Divê hikumeta Şamê dawî li dorpêçê bîne
9 ÇILE, 2023   04:40
ŞEHBA-XALID HESEN

Welatiyên Efrînê yên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê koçberî kantona Şehbayê bûne, dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantonê şermezar kir û diyar kirin ku ew ê bi hemû rêbazan li hemberî dorpêçê li ber xwe bidin.

/kr/uploads/files/2023/01/08/182347_-.webp

Welatiya bi navê Nadiya Mihemed ya ji bajarê Efrînê koçber bûye û niha li kampa Serdemê dimîne got: " Ev 5 sal in em li hember zehmetiyên jiyanê li ber xwe didin. Em ê li dijî vê dorpêça bêhiqûqî ya li ser me hatiye ferzkirin jî li ber xwe bidin."

Nadiya  Mihemed da zanîn ku hikumeta Şamê, nahêle alîkariyên xwarinê, sotemenî û derman derbasî kantonê bibin.

Nadiya Mihemed bang li hikumeta Şamê kir ku vê dorpêçê rake, rê bide bila alîkarî derbas bibin û rêyan ji koçberên Efrînê re veke da ku li bajarê Helebê derman bibin.

/kr/uploads/files/2023/01/08/182331_-.webp

Welatiyê bi navê Hemîd Ebdo yê ku li kampa Serdemê dijî got: "Em gelek zehmetiyan dikişînin, ji ber ku serma dijwar e. Hikumeta nahêle sotemenî derbasî kantona Şehba bibe û bi taybet dorpêçek giran li ser kampan ferz dike."

Ebdo dorpêç şermezar kir û bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku bi lez destwerdanê bikin û dorpêçê rakin. Hemîd Ebdo got: " Zarok ji ber sermaya dijwar û nebûna derman û sotemeniyê dimirin."

ANHA