Artêşa Tirk çiyayê Metîna û Garê da ber topan

Li gor agahiyan, artêşa Tirk a dagirker devera sinorî ya Çiyayê Metîna û Gare yê bajarokê Amêdiyê topbaran kir.

Artêşa Tirk çiyayê Metîna û Garê da ber topan
8 ÇILE, 2023   18:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Roj News`ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyek herêmî  ragihandin ku vê êvarê artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li Bamernê çend cihan li Çiyayê  Metîna û Gare da ber topan.

Der barê ziyanên topbaranê de agahiyên zelal bidest neketin.