​​​​​​​Şêniyên Herêma Firatê şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn bi bîr anîn

Şêniyên Herêma Firatê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.

​​​​​​​Şêniyên Herêma Firatê şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Herêma Firatê şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Herêma Firatê şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Herêma Firatê şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Herêma Firatê şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Herêma Firatê şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Herêma Firatê şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Herêma Firatê şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn bi bîr anîn
8 ÇILE, 2023   18:39
KOBANÊ

Çalakî li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê hat lidarxistin. Di serî de sînevizyonek li ser jiyana şehîd Sakîne Cansiz a ku bi 2 hevrêyên xwe Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li paytexta Fransa Parîsê di sala 2013'an de şehîd bûne, hat pêşandan.

Di çalakiyê de şêniyên herêmê û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.

Her wiha, Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Firatê şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn bi daxuyaniyekê bi bîr anîn. Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a tevgerê Mîrxan Îsmaîl ve li parka rêber Abdullah Ocalan a li nêzî pira Qereqozax a li ber çemê Firatê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de behsa rola hersê jinên têkoşer di ronîkirina rêya jinan de hat kirin.

Her wiha di daxuyaniyê de îşaret bi wê hat dayîn ku hedefgirtina wan jinên têkoşer peyamek ji dewleta Tirk a dagirker bû ku ew dê her jinên têkoşer hedef bigire.

Çalakî bi pêxistina mûm û avêtina gulan li çemê Firatê bi dawî bû.

(mh)

ANHA