Li Heleb û Tebqayê şehîdên komkujiyên Parisê hatin bibîranîn

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqa, merasîma bîranîna şehîdên komkujiyên Paris a yekemîn û duyemîn li goristana şehîdan a Tebqayê, li dar xist. Têkildarî wê Kongra Star şehîd bi pêxistina mûm li ser gora şehîdan li Goristana Şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê bi bîr anîn.

8 ÇILE, 2023   18:25
TEBQA

Di salvegera 10`emîn a komkujiya Paris a yekemîn de ku li Parisê li dijî têkoşerên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan pêk hatiye, nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqa bi merasîmekê her sê hevalan û şehîdên komkujiya Paris a duyemîn bi bîr anîn.

Bi dehan şênî, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî û Partiya Sûriya Pêşerojê li merasîmê bîranînê hazir bûn.

Berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê Neîma El Eswed axivî û wiha got: “Em îro jinên bêhempa di serdema 21`an de bi bîr tînin. Sakîna Cansiz yek ji damezrînerên PKK`ê bû ku kursiya dewleta Tirk a faşîst hejand û li pêşiya xewnên vegerandina, împeratoriya osmanî sekinî.”

Neîme diyar kir ku dewleta Tirk komkujiyên hovane pêk tîne, komkujiya Parîsê ya duyemîn ku di encama wê de Evîn Goyî (Emîne Kara) Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Ebdulrehmen Kizil şehîd bûne, vê yekê îsbat dike.

Neîme di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da û destnîşan kir ku ew dê rêya têkoşîn û hevgirtinê li hember planên dewleta Tirk bidomînin.

Beşdaran mûm li pêşiya wêneyên şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn û duyemîn vêxistin û paşê sînevzyonek li ser jiyana Sakîne Cansiz hate pêşandan.

Merasîm bi berzkirina siloganên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

HELEB

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6EXF-ODyb7w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Kongra Star a Helebê şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn û duyemîn bi bîr anîn û mûm li ser gora şehîdan li Goristana Şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê vêxist.

Bi dehan endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û Kongra Star kom bûn û mûm li ser gora şehîdan vêxistin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Roşîn Musa axivî û bal kişand ser fedekariyên şehîdan û got: "Bi saya têkoşîna jinên azad me xwe di hemû qadan de îsbat kir."

Roşîn soz da ku rêya şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn û duyemîn bişopînin û da zanîn ku ew dê tê bikoşin û rêya şehîdan Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bişopînin heta ku azadiya jinan û civakê pêk bînin.

Paşê jinan mûm li ser gora şehîdan vêxist û siloganên "Şehîd namirin" berz kirin û merasîm bi dawî bû.

(dm)

ANHA