​​​​​​​Di 2  panelên diyalogê de teqezî bi pêşxistina rola jinan di aliyê siyasî de hat kirin

Endamên Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi 2 panelên diyalogê yên cuda de teqezî bi girîngiya pêşxistina rola jinan di aliyê siyasî de kir û destnîşan kirin ku jin dikarin li hember hemû rewşên zehmet li ber xwe bidin.

8 ÇILE, 2023   17:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê paneleke diyalogê bi navnîşan "Jin û beşdariya siyasî" li dar xist. Tê de endamên Meclisa Jinan a Sûriyê, Meclisa Idliba El Xedra (Kesek), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û nûnerên partiyên siyasî yên Reqayê beşdar bûn.

Di serî de endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Feyrûz Xelîl der barê jiyana şehîd Sakîne Cansiz de got: "Jina têkoşer Sakîne Cansiz kar û xebatên rêxistinî li bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê bi rê ve birin. Piştre di 12'ê Îlona 1980'yan de hat girtin û bêhtirî 10 salan di zîndana Amedê de ma. "

Feyrûz wiha domand: "Piştî ku di sala 1999'an de ew serbest hat berdan, wê berê xwe da akademiya şehîd Mahsûm Korkmaz a li deşta Beka ya Lubnanê û li wir perwerde dît. Piştre ji bo ku kar û xebatên jinan bi rêxistin bike berê xwe da Ewropayê."

Feyrûz di bîranîna şehîd Sakîne Cansiz de got: "Ew têkoşereke neteweyî û xwedî baweriyeke şoreşgerî bû, moral û îradeya wê hertim bilind bûn nexasim di aliyê azadiya jinan de."

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD`ê Zabiya Nasir wiha axivî: "Kirîza Sûriyê dê 12 saliya xwe temam bike û hîn jî çirûskên çareseriyê tune ne."

Zabiya destnîşan kir ku tenê dewletên ku destwerdan di Sûriyê de kirine sûdê ji kirîzê werdigirin, gelê Sûriyê jî li hêviya çareseriyê û xelasiya ji kirîzên aborî, siyasî û ewlehî ye.

Di dawiya panelê de beşdaran teqezî bi pêşxistina rola jinan di aliyê siyasî de bi rêya zêdekirina panelên siyasî kir.

'ROLA SIYASÎ YA JINAN DI ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ DE'

Di heman çarçoveyê de, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê paneleke diyalogê bi navnîşan "Rola Siyasî ya Jinan di Şerê Gel ê Şoreşgerî de" li dar xist. Tê de endamên Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Jinan a Saziyên Olî, nûnerên partiyên siyasî yên bajêr û endamên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.

Panel li hola civînan a avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hate lidarxistin û tê de 2 mijarên sereke "şerê gel ê şoreşgerî" û "rola jinan di şerê gel ê şoreşgerî de" hatin nîqaşkirin.

Di serî de endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hind Daxistanî li ser mijara yekemîn a panelê wiha axivî: "Ev şerekî dirêj e, di serî de xwe dispêre destekdayîna gel. Ji destpêka kirîza Sûriyê ve û di hemû şerên din de jin tên hedefgirtin, bingeha şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji bo pêşxistina rola jinan di civakê de ye."

Der barê mijara duyemîn de jî cîgira Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Buseyna Hesen destnîşan kir ku jin di gelek demên erênî û nerênî re derbas bûn û ji qonaxa têkçûnan derbasî qonaxa serkeftin û destkeftiyan bûn ku ji her kesî re îsbat kir ku ew dikarin li hember hemû rewşên zehmet li ber xwe bidin.

Di dawiya panelê beşdaran teqezî bi bilindkirina ruhê şoreşgerî ya jinan û rûniştandina fikrê parastina rewa di avakirina malbata demokratîk de û pêşxistina rola wê di civakê de û perwerdekirina wê kir.

(mh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ax4uHDIrwPk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>