​​​​​​​Desteya Aborî civîna xwe ya salê bi encamekê bi dawî kir

Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salê bi encamnameyekê bi dawî kir ku jê ya herî girîng, peydakirina hawîrdoreke guncaw ji bo avakirina zemîneke xurt a hilberandinê ku binesaziya aborî ya herêmê xurttir dike.

​​​​​​​Desteya Aborî civîna xwe ya salê bi encamekê bi dawî kir
​​​​​​​Desteya Aborî civîna xwe ya salê bi encamekê bi dawî kir
​​​​​​​Desteya Aborî civîna xwe ya salê bi encamekê bi dawî kir
​​​​​​​Desteya Aborî civîna xwe ya salê bi encamekê bi dawî kir
​​​​​​​Desteya Aborî civîna xwe ya salê bi encamekê bi dawî kir
​​​​​​​Desteya Aborî civîna xwe ya salê bi encamekê bi dawî kir
​​​​​​​Desteya Aborî civîna xwe ya salê bi encamekê bi dawî kir
​​​​​​​Desteya Aborî civîna xwe ya salê bi encamekê bi dawî kir
8 ÇILE, 2023   17:06
HESEKÊ-NOFA MIHEMED

Vê sibê Desteya Aboriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Aboriyeke birêxistinkirî, rêya herî guncaw a pêkanîna geşepêdana aborî ye” civîna xwe ya salê li hola civînan a avahiya Desetya Çandiniyê û Avdanê ya Hesekê li dar xist.

Di civînê de endam û nûnerên desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn. Her wiha di civînê de hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser Mihemed Mihemed axivî. 

Mihemed wiha domand: “Aborî, sektora sereke û bingehîn e ku divê bi rêbaza herî guncaw bê sazkirin û bi rêyên herî zanistî bê birêvebirin. Ji bo pêşxistina sazî û desteyên berpirsên vê sektorê pêwîstî bi kadroyên pispor û xwedî tecrube heye.”

Der barê bandora êrişên domdar ên li dijî herêmê li ser aboriyê Mihemed got: “Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmê, bi awayekî neyînî bandor li aboriya herêmê kir. Her wiha daketina nirxê lîreyê sûrî, bi awayekî yekser bandor li aboriyê jî kir.”

Mihemed destnîşan kir deste bi rêya planên xwe hewl dide xizmeta gel bike û vê sektorê pêş bixe.

Di civînê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer rewşa herêmê, aloziya siyasî û aborî nirxand.

Koçer wiha axivî: “Di encama aloziya fikrî ya li Rojhilata Navîn de, gelek aloziyên aborî, siyasî û civakî çêbûn ku hişt pergalên heyî kûrttir bibin.”

Her wiha Koçber behsa nêzîkbûna Tirkiyê û Şamê kir û got: “Komployek li dijî gelê Sûriyê heye, heke pêk were dê Sûriyê bikeve toneleke tarî û dê parçe bibe.”

Koçer destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser tu lihevkirinekê yan jî êrişekê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl nake û dê di aliyê dîplomatîk, siyasî û leşkerî de bersivê bide û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Rêveberiya Xweser ji diyaloga siyasî re vekiriye.”

Piştre sînevizyonek têkildarî kar û xebatên desteyê yên salekê hate pêşandan.

Beşdaran, rewşa desteyê ya rêxistinî, astengiyên li pêşiya wê derketine û rêbazên çareserkirinê nîqaş kirin. Di nîqaşan de teqezî bi pêşkêşkirina alîkariyan ji aliyên têkildar re da ku destekê bidin cotkaran û derfetên kar peyda bikin, hat kirin. Ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hêsankariyan ji cotkaran re bên pêşkêşkirin. Girîngiyê bidin enerjiya alternatîf û dostê xwezayê û pêşxistina sektora pîşesaziyê.

Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû. Ji xalên wê yên herî girîng:

Yekkirina xebatên aborî bi rêya avakirina yekîneyeke aborî ku çavdêriyê bike û dikare şaşiyên aborî sererast bike.

Danîna mekanîzmeyeke kêrhatî ji bo çêkirin û belavkirina nan bi şêwazekê ku xelekên genedeliyê sivik bikin û nan bi kalîteya herî baş bigihêje welatiyan.

Bi armanca kontrolkirina tevgera bazirganiyê û ji bo ku madeyên bingehîn bi nirxên guncaw bigihêjin sûkan, tedbîrên pêwîst bên girtin.

Mijara ewlehiya xwarinê, ji xebatên pêşîn ên kar û xebatên desteyê di sala heyî de be.

Bilez stratejiya projeyên aborî yên biçûk û navîn were dayîn da ku hilberînên pêwîst di nav sûkan de peyda bibin û anîna hilberînan ji derveyî herêmê kêm bibe, jêderên qutê pir bibin û zemîna hilberînê xurttir bibe.

Ji bo sivikkirina barên jiyanî yên welatiyan, girtina tedbîrên aborî yên pêwîst.

Ji bo birêxistinkirina sektora aboriyê, birêkûpêkirina kar û xebatên bazirganiyê û sinifandina şîrketan, peydakirina zemîneke guncaw ji bo danîna plansazî û siyasetên aborî di pêşerojê de.

Peydakirina hawîrdoreke guncaw ji veberanîna xwecih û derve da ku zemîneke hilberandinê ya xurt bê avakirin ku binesaziya aborî ya herêmê xurttir dike.

Bi pêşkêşkirina desteka aborî, rêveberî û qanûnî piştgiriyê bidin koperatîfan da ku bi ser kevin.

Piştgiriyê bidin projeyên jinan da ku siyaseta xurtkirina jinan bi ser keve û jin rola xwe ya çalak di nava sektora aborî û civakî de bilîze.

(şx)

ANHA