Li Sûdanê qonaxa dawîn a "Peymana Çarçoveyî" dest pê kir

Makanîzmaya Sêalî ya ku ji Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Afrîka û Rêxistina IGADʹê pêk tê, qonaxa dawîn a proseya siyasî ya ji bo Sûdanê ragihand.

Li Sûdanê qonaxa dawîn a "Peymana Çarçoveyî" dest pê kir
8 ÇILE, 2023   09:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Makanîzmaya Sêalî ya ku ji Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Afrîka û Rêxistina IGADʹê pêk tê ragihand ku qonaxa dawîn ya proseya siyasî ya Sûdanê îro (Yekşemê) dest pê dike.

Li gorî Makanîzmaya Sêalî "Aliyên ku Peymana Çarçoveyî îmaze kirine (Artêşa Sûdan û hêzên siyasî yên sivîl) qonaxa dawîn ya proseya siyasî radighînin. Armanc ji vê qonaxê ew e ku bi beşdarbûna nûnerên civaka sivîl, rêxistinên mafên mirovan, jin û lîderên olî bighêjin lihevkirineke dawî ya adilane."

Li gorî malpera Alarabiya, di vê qonaxê de wê peymana aştî û edaletê ya demkî, çaksazkirina qada ewlehî û parastin û çareserkirina pirsgirêka rojhilatê Sûdanê werin nirxandin.

5ʹê Kanûna borî, fermandarên artêşa Sûdan û hêzên siyasî yên sivîl, bi pêşengiya Hêzên Azadî û Guhertin û bi sponseriya Makanîzmaya Sêalî "Lihevkirina çarçoveyî" ragihand, da ku  dest bi pêvajoya veguhestinê bikin ku di nava du salan de desthilatdarî veguhêzin sivîlan.