​​​​​​​Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hêrsa li dijî darvekirinan

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike û li dijî darvekirina xwepêşanderan nerazîbûnên tund hatin nîşandan.

​​​​​​​Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hêrsa li dijî darvekirinan
8 ÇILE, 2023   07:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî darvekirin, kuştin, îşkence û girtinan jî nerazîbûna li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike.

Dewleta Îranê duh danê siharê xwepêşanderên bi navê Muhamed Mehdî Karamî û Seyîd Muhemed Huseyînî, bi hêceta tevlî xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên piştî qetilkirina Jîna Emînî, bûne bidarve kirine. Darvekirin bûn sedema nerazîbûnên tund.

Bi dehan hunermend, çalakvan, kesayetên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dijî darvekirinan bi rêya hesabên xwe yên torên civakî nerazîbûn nîşanî desthilata Îranê dan.

Duh Hevserokê PJAK’ê Siyamed Muînî, li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî bidarvekirina du xwepêşanderên bi navê Mihemed Mehdî Keremî û Seyîd Mihemed Huseynî ku rejima Îranê ew bidarvekirin, peyamek parve kir.

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamed Muînî, li ser bidarvekirina du xwepêşanderan a ji aliyê rejima Îranê ve got; “Bi darvekirina têkoşerên li ser cadeyan a bi tometên nerast, wê yekê piştrast dike ku rejima Îranê di dawiya temenê xwe de ye, li beramberî civak û serhildanan hîn zêdetir tirsaye."

Duh bi şev li Tahran û gelek bajarên din çalakî hatin lidarxistin û welatiyan nerazîbûna xwe ya dijî desthilat û darvekirinan nîşan dan.

Duh li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê goristanên kesên di serdema Komarî Îslamî de hatine kuştin, hatin gulebaran kirin.