​​​​​​​Şêniyên Minbicê komkujiyên Parîsê û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi sedan şêniyên Minbic bi dirûşma “Sûcdarên komkujiya Parîsê û komkujiyên li dijî gelê Sûriyê yek inʹʹ, daketin qadan, komkujiyên Parîsê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

​​​​​​​Şêniyên Minbicê komkujiyên Parîsê û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
7 ÇILE, 2023   13:20
MINBIC

Li ser banga Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Minbic û gundewarê wê, bi sedan şênî, di nav de endamên meclisê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, Kombûna Jinan a Zenbûya, meclisên sivîl, rêxistinên civaka sivîl, saziyên girêdayî jinan û nûnerên partiyan li pêşiya stasyona El Hemdonî kom bûn.

Girseyê ji pêşiya stasyonê heta çerxerêya El Cezîre meşiyan û sloganên, “Na ji dagirkeriya Tirk re”, “Na ji komkukjiyên li dijî gelên azad re” berz kirin û alên Partiya Sûriya Pêşerojê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û şehîdên komkujiya Parîsê ya duyemîn hildan.

Li çerxerêyê, xwepêşandan rawestî û veguherî mîtingê. Di mîtingê de endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Ednan Xelîfe axivî û got: “Ji bo ku em rastiya projeyên dewleta Tirk û siyasetên wê yên mêtinger li dijî herêmên me eşkere bikin, em derketin xwepêşandanê.”

Xelîfe destnîşan kir ku di encama bêdengî û paşguhkirina hikumeta Fransayê ku sûcdaran eşkere bike û wan darizîne, hişt ku komkujiyeke din pêk were.

Her wiha Xelîfe diyar kir ku nîşaneyên heyî eşkere dikin ku ev komkujî bi destê dewleta Tirk pêk hatiye û got: “Em komkujiyhên dewleta Tirk ên li dijî gelê me, li dijî Navenda Çanda Kurd a li Parîsê şermezar dikin. Em bang li hikuemta Fransayê dikin ku lêpirsînekê çêke û gunehkaran darizîne.”

Di dawiya mîtingê de de gireseya gel “Na ji bêdengiya navneteweyî re” û “Bijî Sûriyeya demokratîk a pirreng û nenavendî” berz kirin.

(şx)

ANHA