​​​​​​​Cenazeyê şehîd Êrîş hat veşartin, şehîd Arvîn hat bîranîn

Cenazeyê şehîd Êrîş Berxbotan (Cemal Osman) bi merasîmeke girseyî li Kobanê hat veşartin. Di merasîmê de şehîd Arvîn Tolhildan hat bibîranîn.

​​​​​​​Cenazeyê şehîd Êrîş hat veşartin, şehîd Arvîn hat bîranîn
7 ÇILE, 2023   13:05
KOBANÊ 

Bi tevlêbûna bi sedan kesî cenazeyê şervanê Hêzên Komandos ên girêdayî QSDʹê Cemal Osman (Êrîş Berxbotan) ê ku 4ʹê Çileyê li ser peywira xwe şehîd bûbû bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê hat veşartin. Di merasîmê de gerîlaya HPGʹê Perwîn Mihemed (Arvîn Tolhildan) a ku 5’ê Mijdara 2022’yan li Zapê şehîd bûbû, hat bibîranîn.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Adil Hacî axivî û wiha got: “Şehîdên azadiyê ji bo jiyaneke azad canê xwe feda kir. Ji bo parastina xaka xwe ji dagirkeran, em ê berdêlan bidin û heta em digihijin azadiyê jî em ê berdêlan bidin. Serkeftin para me ye."

Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Firyaz Berkel jî anî ziman ku ji bo avakirina civakeke exlaq û polîtîk Êrîş û Arvîn canê xwe feda kirin û destnîşan kir ku ew dê teqez bigihijin azadiyê.

Piştre wesîqeyên şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hat kirin. Cenazeyê şehîd Êrîş di nav tilîliyên dayikan û berzkirina dirûşman hat veşartin.

ANHA