​​​​​​​Şehîd Ehmed Seydo li Helebê hate oxirkirin

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Seydo li Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye oxir kir.

​​​​​​​Şehîd Ehmed Seydo li Helebê hate oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Ehmed Seydo li Helebê hate oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Ehmed Seydo li Helebê hate oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Ehmed Seydo li Helebê hate oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Ehmed Seydo li Helebê hate oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Ehmed Seydo li Helebê hate oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Ehmed Seydo li Helebê hate oxirkirin
7 ÇILE, 2023   12:45
HELEB

Îro şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Ehmed Seydo bûn ku di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest daye.

Girseya gel ji ber Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ber bi goristanê ve kete rê û di nava kolanên sereke yên taxa Şêxmeqsûd de meşiyan û sloganên "Şehîd namirin" berz kirin.

Li goristanê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rûşîn Mihemed axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta bidestxistina azadî û serkeftinê li ser esasê fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan da.

Her wiha endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Hesen jî axivî û got: “Şehîd Ehmed Seydo jiyana xwe kir oxira têkoşînê. Di 2016`an de tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Efrînê bû. Bi heval û karê xwe re dilsoz bû û di 2018`an de cihê xwe li eniyên şer girt."

Di dawiya merasîmê de, endama Meclisa Malbetên Şehîdan Nisrîn Îsmaîl wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir. Paşê girseya gel cenazeyê şehîd Ehmed li goristanê spart axê.

ANHA