​​​​​​​Turnuvaya kişikê bi dawî bû

Turnuvaya kişikê ku bi beşdariya 21 lîstikvanan duh li Qamişloyê dest pê kiribû, bi serkeftina ciwanê bi navê Kawa Yunis bi dawî bû.

​​​​​​​Turnuvaya kişikê bi dawî bû
7 ÇILE, 2023   12:29
QAMIŞLO

Li Qamişloyê li hola lîstika kişikê (setrenc) ya li navenda Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê ya li taxa Asûrî ya Qamişloyê, turnuvaya 10′an a kişikê hate lidarxistin. 21 lîstikvan ji Hesekê û Qamişloyê beşdar bûn û 2 rojan dewam kir.

Di turnuvayê de piştî 7 geran ciwanê bi navê Kawa Yûnis bû şampiyon. Her wiha Huner Temo bû ê duyem û Dilxwaz Berakat bû ê sêyem. Yekitiya Werzîşê xelat dan her sê lîstikvanên serkeftî.

Her wiha endamên Komeleya Sporê li gel lîstikvanên ku xelat wergirtine wêne kişandin.

(he)

ANHA