​​​​​​​Li Kampa Serdem bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê

Endamên Kevana Hîlala Zêrîn a Efrînê li Kampa Serdem daxuyaniyek da û şehîd Sakîne, Fîdan û Leyla bi bîr anîn.

​​​​​​​Li Kampa Serdem bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê
7 ÇILE, 2023   12:57
ŞEHBA

Li Kampa Serdem endamên Kevana Hîlala Zêrîn bi boneya salvegera komkujiya yekemîn a Parîsê daxuyaniyek da û şehîd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi bîr anîn.

Endama Kevana Hîlala Zêrîn Zîlan Sîdo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em ê li ser rêya şehîdên doz û hunera azadiyê bimeşin û van qetlîaman bi tundî şermezar û lanet dikin. Em wek endamên Tevgera Hîlala Zêrîn a Efrîn û Şehbayê bang li hemû jinên cîhanê û hunermendan dikin ku li hemberî qirkirina çandî û qetlîama jinan, yekitiya xwe ava bikin û cîhanê biguherînin.”