Kevin McCarthy bû serokê Meclisa Nûneran a DYA’yê

Namzetê Komarparêz Kevin McCarthy piştî 15 gerên dengdayînê bû serokê Meclisa Nûneran a DYA’yê.

Kevin McCarthy bû serokê Meclisa Nûneran a DYA’yê
7 ÇILE, 2023   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Namzetê ji Partiya Komarparêz Kevin McCarthy îro piştî 15 gerên dengdayînê bû serokê Meclisa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).

McCarthy roja înê nekarî dengên pêwîst ji bo vê erkê bi dest bixe, ji ber wê tevliheviyeke mezin di hola civînê de çêbû.

Piştî binkeftinê yekser namzetê Californiayê McCarthy komeke parlamenterên Komarparêz ên alîgirên serokê berê Donald Trump bi astengkirina hilbijartina wî tawanbar kirin.

Ji bo hilbijartina serokê Meclisa Nûneran pêwîstî bi 218 dengan heye û ev erk piştî serok û cîgirê wî, sêyemîn girîngtirîn erka siyasî ya DYA’yê ye.

(şx)