​​​​​​​Jinan bang li Fransayê kir: Berpirsên komkujiyê derxin holê

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Birahîm û endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Hesaf şehîdên her du komkujiyên Parîsê bi bîr anîn û ji Fransayê xwest berpirsan derxe holê.

​​​​​​​Jinan bang li Fransayê kir: Berpirsên komkujiyê derxin holê
6 ÇILE, 2023   23:39
QAMIŞLO - DELÎLA GABAR

Di 10’emîn salvegera komkujiya yekemîn a Parîsê de ku yek ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), nûnera KNK'ê Fîdan Dogan (Rojbîn ) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) 9`ê Çileya 2013’an li Parîsê ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatin qetilkirin, nerazîbûna Kurdan û daxwaza ji Fransayê didome. 

Hevseroka Desteya Parastina bi rêz Abdullah Ocalan, li Bakûr û Rojhilatê sûriyê endama Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Birahîm bi bîr xist ku 10 sal di ser komkujiyê re derbas bûne, lê hîn jî hesab ji berpirsan nehatiye pirsîn. Xedîce Birahîm destnîşan kir ku komkujî li dijî tevgera azadiya jinan pêk hatiye, êrişeke siyasî bû, lewma heta niha berpirs nehatine darizandin, kûjer jî hatiye kuştin da ku komkujî were veşartin. 

Xedîce Birahîm da zanîn ku zîhniyeta qirker hîn jî dewam dike û komkujiya duyemîn a Parîsê wek berdewama vê zîhniyetê bi nav kir. Xedîce Birahîm got êrişên bi vî rengî bêyî birêxistinkirin çênabin, li pişt wê dewlet û hikumet hene, lewma divê Fransa berpirsan derxe holê.

Xedîceyê diyar kir ku heke Fransa komkujiyê ronî neke û berpirsan dernexe holê, ew bi xwe jî dibe hevkara vê komkujiyê.

Xedîce Birahîm bang li tevahiya parêzeran kir ku ji bo hesabpirsîna ji berpirsan bikevin nava liv û tevgerê, erkên xwe yên hiqûqî bi cih bînin.

Endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Hesaf jî, di kesayeta şehîdên komkujiyên Parîsê de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn û da zanîn ku piştî 10 salan careke din li Parîsê dîsa pêşengên jin hedef hatine girtin. Ebîr Hesaf destnîşan kir ku divê bersiva pirsên wekî “Çima Fransa, çima Parîs ji bo komkujiyê hatiye hilbijartin û û çima jinên pêşeng tên hedefgirtin?” bê dayîn û di serî de Fransa û jin, tevahiya cîhanê li ser mijarê bisekine.

Ebîr Hesaf anî ziman ku bi van êrîşan re nirxên mirovî û demokrasiyê yên bi pêşengiya jinan hatine avakirin, kirine hedef û lewma jî divê hemû jin zêdetir xwe bi rêxistin bikin û çalaktir bin û tola jinên têkoşer hilînin. Ebîr Hesaf ji dewleta Fransayê jî xwest ku berpirsyariya xwe bi cih bîne û êrişan ronî bike. 

ANHA