Tevgera Hîlala Zêrîn şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn

Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn û got armanca pêkanîna komkujiyê vîna jina tolhildêr têk bibe.

Tevgera Hîlala Zêrîn şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn
6 ÇILE, 2023   13:06
HELEB

Endamên Tevgera Hîlala Zêrîn bi daxuyaniyekê û bi boneya nêzbûna salvegera 10′an a komkujiya Parîsê şehîdên komkujiyê bi bîr anîn. Daxuyanî li pêş navenda tevgerê ya li rojhilata taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hate dayîn û endama tevgerê Fatme Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Di 2013′yan de li paytexta Fransayê Parîstê li dijî her sê têkoşeran Sekîne Cansiz, Leyla û Fîdan komkujiyek pêk hat û armanca wê têkbirina vîna jina tolhildêr e.

Bi saya wan her sê şehîdan rastiya jinê hate îsbatkirin û jinê karî rola xwe di civakê de di tevahî aliyan de pêk bianiya.

Dewleta Tirk a dagirker çand û hunera gelê Kurd li pêş çav û guhên cîhanê bêyî sînorekê re deyne, hedef digire. Ji lew re dewlet Tirk a dagirker komkujiyan pêk tîne, herî dawî jî Komkujiya Duyem a Parîsê bû.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker vîna jina azad û têkoşer naşikîne. Gelê Kurd bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û li ser şopa wî heta pêkanîna azadiya fîzîkî û serkeftinê dimeşe."

(fr)

ANHA