Operasyona Birûska Cizîrê bi dawî bû

QSD′ê ragihand ku Operasyona Birûska Cizîrê bi dawî kiriye. Di operasyonê de 154 çete hatin girtin. QSD’ê da zanîn ku dê operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ′ê dewam bikin.

Operasyona Birûska Cizîrê bi dawî bû
6 ÇILE, 2023   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku Operasyona Birûska Cizîrê bi dawî kiriye û dest bi qonaxeke nû ya operasyonên ewlehiyê kiriye.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Hêzên me di 29′ê Kanûna 2022′yan de bi beşdariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Koalîsyona Navneteweyî Operasyona Birûska Cizîrê ji bo serdegirtina şaneyên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst ên li herêmên çolistanê, gundewaran û mezreyên sivîlan bi navê tevgerî xwe veşartine, da destpêkirin. Operasyonê 8 rojan dewam kir. Operasyon li 55 gund, mezreyên Holê, Til Hemîs û Til Birakê û hin cihên li 3 bajarokan û rûberên fireh ji sînorê Sûriyê-Iraqê pêk hat. Encamên berbiçav û hin rastiyên pratîk pêk hatin ku wiha ne:

PÊWÎSTIYÊN DEMKÎ

Plan bû ku operasyon di Mijdara par de pêk bihata, lê bi sedemên êrişên dewleta Tirk û mijûlbûna hêzên me li hember van êrişan hate derengxistin.

Rêxistina terorîst êrişên dawî derfet girt û hewl da kapasîteya xwe ya tevgerîna li herêmên çolistanê yên nêzî sînorê Sûriyê-Iraqê geş bike, li herêmên niştecihan bi taybet li Hol, Til Hemîs û Til Birakê xwe bi cih bike. gelek alavên bombebarkirî hatin amadekirin, çek û cebilxaneyên mezin ji bo amadekirina êrişên terorane yên muhtemel hatin depokirin. Hêzên me di demeke berê de ev mîqdara mezin ji wan girtin û gelek êrişên wan têk birin.

Şaneyên rêxistina terorîst alavên bombebarkirî mîna ya di Çileya 2022′yan de pê êrişî girtîgeha Sînaa kiriye û deriyê girtîgehê teqandine amade kiribûn, lê hêzên Operasyona Birûska Cizîrê 3 çeteyên beşdarî peydakirina desteka lojistî û amadekirina alavên bombebarkirî ji çeteyên DAIŞ′ê re yên êriş girtîgeha Sîna kiribûn girtin. Wan li Hol, Til Hemîsê xwe vedişart.

Şaneyên rêxistinê plana gelek êrişan dikirin ku herêmên Qamişlo û Hesekê di şahiyên cejnên Neolê û Sersalê de hedef bigirin. Lê Operasyona Birûska Cizîrê derbeyeke pêşîn û ji nişka ve li wan da û êrişên muhtemel têk birin û gelek planger girtin û şahî di rewşeke ewle de hatin lidarxistin.

Li kêlek serdegirtina şaneyên rêxistina terorîst de hêzên operasyonê gelek sûcdarên beşdarî kiryarên krîmînalîzekirinê ku şêniyên herêmê û rûspiyên wê bûbûn, girtin.

PÊWÎSTIYÊN DEMDIRÊJ

Operasyona Birûska Cizîrê mîna berdewama têkoşîna leşkerî ku hêzên me li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst pêk tînin û di çarçoveya plana li gorî pêwîstiyan pêk hat. Operasyon li herêmên Hol, Til Hemîs û Til Birakê bi sedema hewla hin şaneyên terorîst a şantajkirina şêniyan ku îdeolojiya xwe ya tundraw li ser wan ferz bikin û endamên nû bikişînin nava xwe bi rêya peyam û xîtaba çapemenî, pêk hat. Di vê yekê de hin kesên dijberî Rêveberiya Xweser bûn alîkar, ew hatin girtin û torên wan ên leşkerkirinê, torên leşkerkirina kesên temenbiçûk jî hatin girtin.

RÊVEÇÛN Û ENCAMÊN OPERASYONÊ

Operasyon ji gelek aliyên ve di saetên destpêkê de hate destpêkirin da ku endamên xeternak ên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst bigirin. Hêzên hevbeş encamên yekser bi dest xistin û gelek çeteyên beşdarî gelek êrişan bûne girtin, her wiha gelek kesên beşdarî hêsankirina êrişên terorane bûne girtin.

Dûre operasyon berfireh bû û hemleyên lêgerînê li gund û herêmên tê de şaneyên terorîst tev digerîn û hewl da ji ber çavên hêzên hevbeş birevin pêk hatin û hewlên wan têk birin. Hêzan gelek nuqte û veşartgehên taybet bi şaneyan wêran kirin. Gelek çek û cebilxane, belgeyên îsbatkirin û cilên leşkerî ku çeteyan di veşartina xwe de bi kar dianîn girtin.

Hêzên hevbeş gihaştin sînorê Sûriyê-Iraqê û parçeyên mezin kontrol kirin.

Di opersyonên lêgerîn û serdegirtina cihên teroran de, hêzên me 154 çeteyên beşdarî plangerî û pêkanîna êrişên terorane bûne girtin, her wiha çeteyên êrişên rêxistina terorîst hêsan kirine û yên sûcên krîmîlazkirinê li dijî şêniyan kirine, girtin û wiha tên belavkirin:

Hejmara endamên şaneyên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst û yên guman ku hatine girtin; 102 endam in, ji wan 3 beşdarî amadekirin û gihandina erebeyên bombebarkirî ji şaneyên terorîst re bûn ku di Çileya 2022′yan de êrişî girtîgeha Sînaa bûne.

Gelek kesên destê wan di peydakirina destekê ji şaneyên rêxistina terorîst re hebûn, mîna desteke lojistî û propagandayê hatin girtin; 27 kes.

Gelek kesên destên wan di sûcên krîmînalîzekirina li dijî şêniyan de hene; ji wan rewşên talankirin, revandin û şantaja darayî, 25 kes in.

Di dawiyê de, em hêzên hevbeş ên beşdarî Operasyona Birûska Cizîrê bûne, helwesta şêniyên me li herêmên Til Hemîs, Til Birak û Holê ku destek û piştgiriyên guncaw dane hêzên em pîroz dikin, her wiha spasiya rûspî û şêxên eşîran dikin ku dengê xwe li hember şaneyên DAIŞ′ê yên terorîst bilind kirin û alîkariya hêzên me di tevahî qonaxên operasyonê kirine.

Em radigihînin ku hemleya lêgerînê ya Operasyona Birûska Cizîrê bi dawî bû. Her wiha dê hêzên me têkoşîn û serdegirtina şaneyên terorîst bi rêya operasyonên ewlehiyê li gorî pêwîstiyê dewam bikin."

(fr)