​​​​​​​Li Qamişloyê turnuvaya kişikê

Li Qamişloyê bi beşdariya 21 lîstikvanan turnuvaya 10′an a kişikê dest pê kir.

​​​​​​​Li Qamişloyê turnuvaya kişikê
6 ÇILE, 2023   10:15
QAMIŞLO

Li Qamişloyê li hola lîstika kişikê (şetrenc) ya li navenda Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê ya li taxa Asûrî ya Qamişloyê turnuvaya 10′an a kişikê hate lidarxistin. 21 lîstikvan ji Hesekê û Qamişloyê beşdar bûn û dê 2 rojan dewam bike.

Di turnuvayê de hevseroka Yekitiya Werzîşê Nîdal El Ehmed û endamê rêveber ê Nivîsgeha Lîstikên Ferdî ya yekitiyê Ebdullah Remo jî amade bûn.

Endamê komîteya amadekariyê ya turnuvayê û kontrolkerê lîstokê Kadara Şêxî axivî û got: " “Dê turnuva ji 7 geran pêk bê. Îro 4 û sibê jî 3 ger pêk bên."

Di roja yekê ya turnuvayê de hevrikiyeke tund di navbera lîstikvanên beşdar de li dar ket. Dê sibe jî gerên mayî dewam bikin û kesên di 3 astên serkeftî de werin diyarkirin.

Turnuvaya yekemîn a kişikê di 2013′an de li Qamişloyê pêk hatibû.

(fr)

ANHA