​​​​​​​Artêşa Tirk qadên berxwedanê yên Başûr bombebaran kirin

HPG’ê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker di 4 û 5’ê Çileyê de qadên berxwedanê yên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirine.

​​​​​​​Artêşa Tirk qadên berxwedanê yên Başûr bombebaran kirin
6 ÇILE, 2023   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û ev agahî parve kirin:

“Artêşa Tirk a dagirker 4 û 5'ê Çileyê Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî û Girê Biharê, çeperên bexwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê yên li nehiya Şêladizê ya navçeya Amêdiyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran bombebaran kirin.”