​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Derayê rola komîteyên xweser geş dibe

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa rewşa Derayê û rewşên Lîbyayê û Lubnanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Derayê rola komîteyên xweser geş dibe
6 ÇILE, 2023   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

′DERA: LI ŞÛNA TUNEBÛNA HIKUMETA ÎNSIYATÎFÊN HEVGIRTINA CIVAKÎ HENE′

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsand: "Rûspiyên bajarok û bajarên parêzgeha Derayê komîteyên herêmî ava kirin, da ku rewşa xizmetguzarî li herêmên xwe baş bikin. Ji ber ku hikumeta Şamê tu karekî xizmetguzarî li herêmê pêşkêş nake.

Karkerekî rêxistinên mirovî li Derayê ji Şerq El Ewset re got hikumeta Şamê tu karekî ji bo başkirina xizmetguzariyên giştî pêşkêş nake, ruxmî ku nêzî 5 sal e Derayê kontrol dike.  Aktîfbûna wê li pêş pêdiviyên civakî û xizmetguzariyên wan diyarkirî ne û li şûna wê rêxistinên mirovî yên li parêzgehê dixebitin kontrol dike û hin caran jî karê wan taloq dike yan jî betal dike. Ew jî ji ber bîroqratiya wê ye. Derbasbûna wan rêxistinan erêkirina ewlehî û hin caran bertîlan dixwaze heta xebatê bike û xizetmguzariyan pêşkêş bike.

Yek ji xebatkarên komeleyeke xêrê li rojhilatê Derayê got gelek bajarok û bajarên Derayê komîteyên herêmî ji rûspiyan ava kirin û pêdiviyên civakên xwe pêşkêş dike, pereyan didin wan û alîkariyan ji şêniyên xwe yên derve werdigirin da ku rewşa xizmetguzarî yên li bajarên xwe baş bikin."

′LI QAHÎREYÊ LIHEVKIRINA LÎBYAYÊ LI SER NEXŞERÊYA PÊKANÎNA HILBIJARTINAN′

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Ji bo bidawîkirina parçebûnê û vegera li rêveçûna siyasî ku bi xwe re dema demkî bi dawî dike, serokê parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih û serokê Meclisa Bilind a Dewletê Xalid El Muşrî duh li ser leza rêveçûna destûrê û lidarxistina hilbijartinan di nêztirîn demê de li hev kir.

Her du aliyan di civîna xwe ya li Qahîreyê de bi beşdariya serokê Meclisa Nûneran a Misirê Henefî Cebalî ragihand ku ew hewl didin nêzî nêrînên hev bin û nuqteyên nakok çareser bikin.

Eqîle Salih da zanîn ku Qahîre li dijî çi destwerdaneke biyanî li hundirê Lîbyayê sekinî û aliyên lîbyayî hembêz kir û hewl da wan nêzî hev bike."

‘LÊPIRSÎNA LI SER SÛCÊN DARAYÎ LI LUBNANÊ NÎQAŞÊN SIYASÎ ÇÊDIKE’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Bi serdaneke bendewar re ku dibe nakokî û nîqaşeke siyasî û qanûnî li Lubnanê çêkin, çapemeniya herêmî ragihand kir ku dê di Çileyê de şandeyeke ewropî ji bo lêkolînkirina doz û sûcên darayî serdana Lubnanê bike.

Dezgehên çapemeniyê yên Lubnanê destnîşan kir ku dê şande ji bo lêkolînkirina dozên girêdayî berpirsê Banka Navendî Riyad Selame serlêdanê bike.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên herêmî Fransa, Almanya û Luxembourg desthilatên Lubnanê bi rêya nivîseke fermi agahdar kir ku şandeyeke dozger ji van dewletan dê di 9 heta 20 Çileyê de serdana Beyrûtê bike."

(fr)