Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêça leşkeran de hat veşartin-HAT NÛKIRIN

Cenazeyê hunermendê Kurd Mîr Perwer ê li Parîsê hatibû şehîdxistin, anîn Mûşê û li balafirgehê ji aliyê polîsan ve hate revandin. Cenazeyê anîn bajarokê Ewanê di bin dorpêçê de hate veşartin.

Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêça leşkeran de hat veşartin-HAT NÛKIRIN
5 ÇILE, 2023   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê di 23’ê kanûnê de komkujî pêk hat. Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), endamê Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatibûn şehîdxistin.

Cenazeyê Perwer anîn Mûşê. Cenazeyê Perwer ku ji aliyê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê û malbata wî ve ji Balafirgeha Mûşê hate wergirtin, hate xwestin ku bibin bajarokê Ewran ku dê lê were veşartin. Lê polîsên ku li balafirgehê disekinîn, ewilî cenaze ji girseyê revand, pişt re bi rêyeke din ber bi gund ve bi rê ketin. Li aliyê din ketina girseyê ya bajarokî ji aliyê cendermeyan ve hate astengkirin, rêya ku polîsan ji bo biçin gund bi cenaze re bi kar anîn ji aliyê leşkeran ve hat girtin.

CENAZE DI BIN DORPÊÇA LEŞKER Û POLÎSAN DE HATE VEŞARTIN

 Parlamentera HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît ku wesayîta cenaze dişopand, ji aliyê cendermeyan ve hate rawestandin. Destûr nehate dayîn ku wesayîta Koçyîgît derbas bibe. Li ser vê yekê Koçyîgît ji wesayîtê peya bû hewl da bimeşê bigihe bajarok. Lê nêzî bajarokê careke din hate rawestandin û nehate hiştin derbas bibe.

 Cenazeyê Perwer ku polîsan revand gihişt bajarokê. Destûr hate dayîn ku ferdên malbata Perwer tev li cenaze bibin. Cenaze di bin dorpêça leşker û polîsan de hate veşartin. Li aliyê din bi sedan kesên ku li ser rêyeke din a bajarokê hatin cem hev, bi meşê hewl didin xwe bigihînin gund. Piştî ku girseya li derdorê bajarokê were gel hev wê daxuyaniya çapemeniyê were dayîn.