102  şehîdên meha Çileyê li Qamişloyê hatin bibîranîn

102 şehîdên azadiyê ku di dîrok û cihên cuda de di meha Çile de şehîd bûbûn, li Qamişloyê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

102  şehîdên meha Çileyê li Qamişloyê hatin bibîranîn
5 ÇILE, 2023   14:11
QAMIŞLO

Merasîma bîranînê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin. Merasîma ku ji bilî malbatên şehîden bi sedan welatî jî beşdar bûn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di merasîmê de weneyên şehîdên meha Çileyê, posterên rêber Abdullah Ocalan û alên saziya Malbatên Şehîdan hatin rakirin.

Di Merasîmê de Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Rêvan Şêxmûs axivî û şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn. Şerxmûs destnîşan kir ku destkeftiyên Kurdistanê bi saya têkoşîna şehîdan çêbûne û ew ê heta dawiyê şopdarên şehîdan bin.  

Piştre Endamê Partiya Yekitiya Sûryanî Ruber Beho jî axivî û şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn. Beho bi bîr xist ku hêzên YPJ, YPG,  Meclisa Leşkerî ya Suryanî ,Hêzên Soturo û Hêzên Parastina Hundirîn dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşînek mezin dane, her wiha ji bo jiyaneke azad canê xwe feda kirine.

Beho da zanîn ku ew jî bi saya vê têkoşînê gihîştine roja îro û jiyan dikin, lewma divê destkeftiyên xwe biparêzin.

Ruber Beho, diyar kir ku niha jî li ser herêma wan gefên dewleta Tirk a dagirker hene, ji ber vê yekê pêwîst e li hemberî plangeriyan yekitiya xwe xurt bikin û têkoşînê bilind bikin.

Piştî axaftinan navên 102 şehîdan yek bi yek hatin xwendin. Merasîm bi dirûşma, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Li pey merasîmê welatiyan gorên şehîdan ziyaret kirin.

(he/a)

ANHA