​​​​​​​Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo muwekîlên xwe bibînin, careke din  serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

​​​​​​​Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
5 ÇILE, 2023   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Emran Ekmekçî ji bo bikaribin muwekîlên xwe rêber Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin. Ev du sal in bi tu awayî agahî ji rêber Ocalan nayê wergirtin.

Parêzer hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Lê daxwazên hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tên hiştin. Carnan jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê li rêber Abdullah Ocalan hatiye birîn û ji bo astengkirina hevdîtinê vî cezayî dikin hincet.

Herî dawî piştî ku qedexeya hevdîtina bi rêber Ocalan re ku di 13’ê Nîsanê de hatibû dayîn di 18’ê Cotmehê de qediya, hate hînbûn ku ev qedexe 6 mehên din jî bi awayekî otomatîk hatiye dirêjkirin.

Piştî ku Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di 20-29'ê Îlonê de çû Tirkiyeyê fikarên li ser rewşa rêber Ocalan zêde bûn. CPT’yê di daxuyaniya xwe ya di 3’yê Cotmehê de diyar kiribû ku ew serdana Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê jî kirin e.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku wan bihîstine ku CPT’yê bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk neaniye û ew rewş fikarên wan zêdetir kiriye. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 29’ê Mijdarê de daxuyanî dabû û gotibû, “Me bihîst ku di Îlona 2022’an de dema CPT çû Girava Îmraliyê Rêberê Gelê Kurd Ocalan tevlî hevdîtinê nebûye.”