Li Zap û Xakurkê çalakiyên gerîla

HPGʹê ragihand ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 4'ê Çileyê li Zap û Xakurkê çalakî kirin.

Li Zap û Xakurkê çalakiyên gerîla
5 ÇILE, 2023   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Tîmên me yên bi tevger li Zap û Xakurkê derb li dagirkeran dan. Artêşa Tirk a dagirker 4'ê Çileyê ji saet 13:00 heta nîvê şevê, li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li qada Çemçoyê carekê bi bombeyên qedexekirî, 14 caran bi helîkopteran, 10 caran bi balafirê şer û bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran bombebaran kir."

Agahiyên berfireh ên li ser çalakî û êrişan wiha ne:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

4ʹê Çileyê danê nîvro li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi sabotajê li dagirkerên nêzî qada Çemço xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

4'ê Çileyê saet di 16:30'î li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

4'ê Çileyê ji saet 13:00 heta nîvê şevê, li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemçoyê carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

4'ê Çileyê li nehiya Şêladizê ya Amediyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li qada Çemço û nêzî gundê Sîdayê 14 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

1 û 4'ê Çileyê Girê Bahar û qada Gundê Deşta Kafya ya Garê 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 26'ê Kanûnê û 3'ê Çileyê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên li Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Amediyê, li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê Qada Çemço û derdora gundê Sîdayê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."