​​​​​​​Serçeteyekî DAIŞ`ê li Reqayê hate girtin

QSD`ê ragihand ku di operasyonekê de ku li bakurê Reqayê li dar xistiye, serçeteyekî DAIŞ`ê girtiye.

​​​​​​​Serçeteyekî DAIŞ`ê li Reqayê hate girtin
4 ÇILE, 2023   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên taybet operasyoneke ewlehiyê li bakurê Reqayê li dar xistiye û di encamê de serçeteyekî DAIŞ`ê girtiye.

Di daxuyaniyê de navendê bi bîr xist ku piştî xebatên şopandina rêça serçeteyekî DAIŞ`ê, wê bi desteka hewayî ji aliyê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve operasyonek li mezreaya Hittîn a bakur Reqayê li dar xistiye û di encamê de serçeteyê ku berê “Mîrê Beyt El Mal” bû û xebatên malî yên DAIŞ`ê li Dêrazorê bi rêve dibirin, hate girtin.

Navendê diyar kir ku QSD`ê û koalîsyon sala 2019`an hewl dane heman serçeteyî li Dêrazorê bigirin, lê ew reviyaye.

Navendê da zanîn ku hêzê di operasyona serdegirtinê de serçete girtiye û belgeyên pê re desteser kirine.

(şx)

ANHA