Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku endamê wan Xalid El Nasir di 29’ê Kanûnê de şehîd bûye. Şehîd Xali El Nasir rojekê beriya şehadeta xwe, di encama bersivdana êrişeke çeteyan de, birîndar bûbû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand
4 ÇILE, 2023   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê şehadeta Xalid El Nasir de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Endamê me Xalid El Nasir roja çarşemê 28’ê Kanûnê dema ku bersiv dida êrişeke çekdarî ku li dijî dewriyeya wan li ser rêya Kerama ya Reqa-Hesekê pêk hatibû, birîndar bûbû û ji ber birînên xwe gihaşt asta şehadetê.

 

Navê Şehîd: Xalid El Nasir
Navê Bav: Hebîb
Navê Dayikê: Temam
Dîroka Tevlêbûnê: 05.06.2017
Dîroka Şehadetê: 29.12.2022

Şehîd Xalid 5 salan di nava refên Asayîşê de bû, di vê wextî heval li ser erkên parastina gelê xwe û axa xwe, erkên ket ser milê xwe pêk anîn. Hevalekî fedakar bû, çi jê dihat xwestin xwe jê neda paş, dudilî nekir û her tim bi rihekî wetenî nêzîkî erkê xwe dibû lê di êrişeke çeteyan de gihişt asta şehadete.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji gelê xwe û malbata şehîd Xalid re dixwazin û em soza şopandina rêya şehîdan xwe yên birûmet didin.”