Ji ber sermayê pitikekî jî jiyana xwe ji dest da

Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji ber sermaya zêde pitikê bi navê Hisên Ebdullah Kîbar ê 17 rojî jiyana xwe ji dest da. Ev zarokê duyemîn e li taxê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dide.

Ji ber sermayê pitikekî jî jiyana xwe ji dest da
4 ÇILE, 2023   11:05
HELEB

Li gel berdewamkirina dorpêça Firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê daniye, ku nahêle madeyên germkirinê derbasî herêmê bibin, îro ji ber sermaya zêde pitikekî 17 rojî jî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rapora tibî ku ajansa me kopiyek wê bi dest xist, sedema yekser a wefatê xweînbûna pişikê ye, sedema neyekser jî serma ye.

Beriya Hisên Ebdullah Kîbar ê 17 rojî, zarokê bi navê Wîsa Sîdo (4) jî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dabû. Metirsî hene ku bi berdewamkirina dorpêça li ser her du taxan û kantona Şehbayê re, wefat zêde bibin, bi taybet di nav zarok û kesên temenmezin de.

(cx)

ANHA