​​​​​​​‘Tevî êrişan jî em ê li ber xwe bidin û bi rûmet bijîn’

Malbata Sewra Meter ku di encama êrişekê de şehîd bûye, teqezî bi pabendiya bi axê û jiyaneke birûmet kir.

​​​​​​​‘Tevî êrişan jî em ê li ber xwe bidin û bi rûmet bijîn’
4 ÇILE, 2023   09:35
QAMIŞLO

Welatiya bi navê Sewra Meter ku dayika 5 zarokan bû û ji gundê Til Heman ê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ye, sibeha sêşemê di encama êrişeke balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî çewlika mirîşkan de, tevî zarokekê û 3 karkerên din birîndar bûbû. Lê Sewra ji ber birînên xwe şehîd bû.

Malbata Sewra Meter ji ajansa me re axivî.

Qiza şehîd Sewrayê Sewra Riyam Emar El Elî, behsa detayên wê rojê kir û got: “Dema îstîrahetê dayika min taştê hazir dikir, dema em li derdorê kom bûn, balafirê yekser cihê me kir hedef. Di encamê de dayika min birîndar bû. Birîna wê ji serî bû, di encamê de şehîd bû."

Hevjînê şehîdê Emar Salih El Elî jî got: “Ji bo debara xwe bikin, em li vir kar dikin. Lê dewleta Tirk yekser cihê me bombebaran kir.”

Emar destnîşan kir ku ew dev ji axa xwe bernadin û dê karê xwe berdewam bikin da ku bi rûmet bijîn.

(şx)

ANHA