​​​​​​​Li Somaliyê di 2 teqînan de 9 kes hatin kuştin

Li Somaliyê di encama teqandina 2 erebeyên bombebarkirî de 9 kes hatin kuştin.

​​​​​​​Li Somaliyê di 2 teqînan de 9 kes hatin kuştin
4 ÇILE, 2023   08:57
NAVENDA NUÇEYAN

Li gorî rayedarên ewlehiyê û şahidan, li bajarê Mahas ê Somaliyê, di encama teqandina 2 erebeyên bombebarkirî de herî kêm 9 kes hatin kuştin û gelek kesên din birîndar bûn.

Li gorî AFP`ê ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî ewlehiyê yê xwecih, "terorîstan bi 2 erebeyên bombebarkirî êrişî bajarê Mahas kiriye" û di encamê de herî kêm 9 sivîl hatine kuştin.

(şx)

ANHA