​​​​​​​Xelata Simone de Beauvoirê dan jinên Îranê

Lijneya Dadwerên Xelata Simone de Beauvoirê ragihand ku xelata ‘Azadiya Jinan’ a îsal ji bo bîranîna Jîna Emînî dane jinên Îranê.

​​​​​​​Xelata Simone de Beauvoirê dan jinên Îranê
4 ÇILE, 2023   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN 

Lijneya Dadwerên Xelata Simone de Beauvoirê daxuyand ku xelata ‘Azadiya Jinan’ ya sala 2023’yan ji aliyê lijneyê ve ji bo bîranîna Jîna Emînî diyarî jinên Îranê hatiye kirin û destnîşan kir ku bi vê xelatê piştgiriya xwe ji bo Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêşkêş dikin.

Merasîma dayîna xelatan dê di 9’ê Çileyê de li paytexta Fransayê Parîsê were lidarxistin, lê ne hatiye diyarkirin ka dê li ser navê jinên Îranê, kî xelatê wergire.

Xelata Simone de Beauvoir cara yekem di 2008’an de hate dayîn.

Lîjneya Xelata Sîmone de Beauvoir, ji 20 jin û mêrên nivîskar, civaknas, fîlozof, rojnamevan û çalakiyên siyasî pêk tê.