Şehîdên Komkujiya Parîsê ya Duyemîn bi merasîmekê tên oxirkirin

Li paytexta Fransa Parîsê her sê şehîdên Komkujiya Duyem a Parîsê Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdurehman Kizil bi merasîmek bi heybet tên oxirkirin.

Şehîdên Komkujiya Parîsê ya Duyemîn bi merasîmekê tên oxirkirin
3 ÇILE, 2023   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurehman Kizil ên 23'ê Kanûnê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hatin qetilkirin, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve li Vîllers-le-Belle ya Parîsê bi merasîmeke bi heybet têne oxirkirin.

Cenazeyên ku ji Saziya Tip a Edlî ya Parîsê hatin wergirtin, bi konvoyê ber bi qada Palace de Villiers Platzê ve hatin şandin ku merasîm lê tê lidarxistin. Nûnerên gelek saziyên Kurdan, siyasetmedarên Kurd li salona merasîmê amade ne.

Li gel wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên PKK-PAJK, KJK-KCK, TJK-E-KCDK-E, TJK-F-CDK-F, TEV-ÇAND û çeleng li salona merasîmê hatin danîn.

Dê cenazeyê şehîd Evîn Goyî ber bi Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ya li Başûrê Kurdistanê, cenzayê hunermend Mîr Perwer ji bo cihê jidayîkbûna wî bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê û cenazeyê welatparêzê Kurd Abdurehman Kizil jî ji bo bajarê wî Qers yê Bakurê Kurdistanê, bên veguhestin.

Rêveberên Navenda Civaka Kurd û Tevgera Jinên Kurd ên ku xwestibûn tevlî merasîma oxirkirina şehîdan li Parîsê bibin û ji Londonê bi rê ketin, li Tunela Folkestone Euro ji aliyê polîsên Îngilîz ve hatin binçavkirin.