'Divê tevahî rêxistinên jinan ên Başûr li hember zayendperestiyê tê bikoşin'

Koordînasyona Kongra Star têkildarî êrişa li ser jinek ciwan li Başûrê Kurdistanê daxuyanî da û bang li tevahî rêxistinên jinan ên li Başûr kir ku di aliyê guhertin û veguhertina hişmendiya zayendperestiyê de tê bikoşin.

'Divê tevahî rêxistinên jinan ên Başûr li hember zayendperestiyê tê bikoşin'
3 ÇILE, 2023   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa Hiwane ya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê roja şemiyê pêşbirkeke wesayît û motorsîklêtan pêk hatibû. Jineke ciwan jî serdana vî cihî kir, lê li gorî dîmenên ku li ser torên civakî hatine parvekirin, dema ku jina ciwan diçe wir, bi dehan kes êrişî wê dikin û lê didin.

Têkildarî mijarê Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyek da û tê de got:

“Di dema ku dirûşma “Jin Jiyan Azadî” dibe dirûşmeya xelasiya tevahî cîhanê ji zayendperestî, nijadperestî û zordariyê , her wiha di dema ku di vê serdemê de jin pêşengiyê dikin û li Rojavayê Kurdistanê şoreşê bi rêve dibin û li dijî DAIŞ`ê şerekî mezin meşandin , di heman demê de êdî di cîhanê de hevgirtin û rêxistinên jinan têne gel hev û ji bo pêşeroja xwe û çarenûsa xwe biryar digirin.

Dîsa li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oixra têkoşîna jinan de ya ji bo azadiya xwe û azadiya hemû jinan gelek pêşengên jin hatin hedefgirtin, bi taybet jî di sala 2022`yan de, ku weke salaeke polîtîka qirkirina jinan tê de hate meşandin, bi hemû awayan û hemû rêbazan jin hatin hedefgirtin. Dîsa li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, serhildanên ku heya roja îro dewam dikin ku ev zêdetirî 3 mehan ji bo têkbirina hişmendiya baviksalariyê, têkbirina himendiya netewdewletê, têkbirina hişmendiya ol û nijadperestiyê berxwedan nehatiye sekinandin, lê belê em rojane li hemberî kiryar û tûndiyên ku rû bi rûyê jinan tên, weke bûyera ku beriya çend rojan  li Silêmaniyê rû daye ku 7 zilaman êriş jineke ciwan kir ku ji xwe re li pêşbirgeke motorsîklêtan temaşe dikir.

Em vê bûyerê bi tundî şermezar dikin û ev sûcdarên ku ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hatine destgîrkirin, werin darizandin ji bo ji her kesî re bibin mînak û mafê jinan bi zagon û qanûnan were parastin.

Her wiha banga me ji bo tevahî rêxistinên jinan li Başûrê Kurdistanê ku di aliyê guhertin û veguhertina hişmendiya zayendperestiyê de tê bikoşin û roleke mezintir bilîzin. Dîsa em dibêjin pêvajoya “Jin Jiyan Azadî” dest pê kiriye û em di meşa wê de dewam in heya serkeftin û azadkirina tevahî civakê û têkoşîna me bi hevgirtina jinên cîhanê re wê bigihêje armanca xwe.”