Li Rojhilat û Îranê merasîmên bibîranînê

Duh li gelek herêmên Îranê ji bo kesên ku di xwepêşandanan û di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dabûn, merasimên bibîranînê hatin lidarxistin.

Li Rojhilat û Îranê merasîmên bibîranînê
3 ÇILE, 2023   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî, kuştin, darvekirin, girtin û êşkenceyan jî bênavber dewam dike.

Li bajarê Mihabadê merasîma çileya Şemal Xedîr Pur bi tevlîbuna dehan kesan hate lidarxistin. Di merasîmê de dirûşmeyên dijî desthilatê hatin qêrîn û xwepêşandêran piştgirî da xelkê Ciwanro. Duh carek din hêzên Îranê li kolanên Ciwanro hatibûn belavkirin.

Li bajarê Miyandwa jî Mêhran Şikarî li ser gora xwe hate bîranîn. Mêhran di Mijdara 2022’yan de li bajarê Kerec ji aliy hêzên Îranê ve hatibû kuştin.

Tê payîn îro li bajarê Fumen çileya Mêhran pêkbê, li gorî bangên hatine kirin jî wê di 5’ê mehê de jî çileya Hamîd Selehşur jî li bajarê Êze pêk bê.

Li aliyek din duh nûçeya kuştina xwepêşandêrê bi navê Mehdî Zara Eşkzere belav bû. Tê gotin Mehdî Zara beriya niha li Tahranê tevlî xwepêşandanan bibû, hatibû binçavkirin û bi êşkenceyê jiyana xwe ji dest daye.