​​​​​​​Li Qamişloyê şahiya sersalê

Li Qamişloyê bi boneya sersalê şahiyek hat lidarxistin.

​​​​​​​Li Qamişloyê şahiya sersalê
​​​​​​​Li Qamişloyê şahiya sersalê
​​​​​​​Li Qamişloyê şahiya sersalê
​​​​​​​Li Qamişloyê şahiya sersalê
​​​​​​​Li Qamişloyê şahiya sersalê
30 kanûn, 2022   16:12
QAMIŞLO

Bi boneya sersalê, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunerê şahiyek li Navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar xist. Bi dehan kes di şahiyê de amade bûn.

Di şahiyê de Komîna Şano ya Navenda Mihemed Şêxo şanoya xwe ya bi navê "Xewnên windayî" pêşkêş kir. Şano balê dikişîne ser pirsgirêkên civakî û aborî yên civakê.

Piştre Koma Şehîd Welat stran, dîlanên folklorî û mûzîk pêşkêş kirin.

Di dawiyê de hunermend Danîş Botan û Amir Remo stran gotin.

ANHA