​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê daxuyanî da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî operasyona lêgerînê ya li Reqayê civîneke çapemeniyê li dar xist û daxuyand ku di operasyona îro de 9 çete hatin girtin û mijqdareke çek hatin desteserkirin

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê daxuyanî da
30 kanûn, 2022   15:16
REQA

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê têkildarî encamên operasyona  lêgerînê ya îroya li Reqayê civîneke çapemeniyê ya li navenda xwe li dar xist.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji aliyê fermandar Ciwan Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat got: "Piştî ku hêzên me baldariyeke mezin û berxwedaneke lehengane ji bo parastina gel û ewlehiya herêmê nîşan da û li hemberî hemû kesên ku hewl dan tevliheviyê derxînin û jiyana welatiyan têxin metirsiyê, şaneyên veşartî yên DAIŞʹê sûdê ji gef û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker digirin û ji bo zêdekirina çalakiyên xwe tev digerin.

2 endamên me û 4 şervanên QSDʹê ji bo valaderxistina palana şaneyên DAIŞʹê canê xwe feda kir û bersiv dan êrişa xwekujî ya li dijî navenda hêzên me ya li Reqayê ya nêzî girtîgha girtiyên DAIŞʹê.

Ji rakirina tola şehîdan, ji bingehê baweriya me bi erkê me yê ewlehî, mirovî û qanûnî, her wiha di çarçoveya operasyonên şopandina tevgerên bi guman û agahiyên ku hatine bidestxistin de, hêzên me îro (Înê 30ʹyê Kanûnê) di saetên berbanga sibehê de, li bajar û gundewarê Reqayê girtin ser cihê ku endamên DAIŞʹyê xwe lê vedişartin. Di encamê de 9 endamên şaneyê girtin û midareke çekên bi wan re bûn, desteser kirin.

Çekên hatine desteserkirin wiha ne:

2 kalaşnîkov

4 cercûrên kalaşnîkofan

2 çifteyên nêçîrê

Pereyekî DAIŞ

Ala DAIŞ

Miqdarek telefonên destan

Hêzên me wê serdegirtin û şopandina hemû kesên hewl didin ewlehiya gelê me têk bibin, dewam bikin. Em hevkariya mezin a ku gelê  me yê Reqayê daye,  tevgera wan a li gorî biryara qedexeyê û agahiyên li ser tevgerên bi guman dane me, silav dikin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn careke din soz didin ku ku em ê xeta şehîdên xwe dewam bikin heta ku ewlehiyeke mayînde li tevahî herêmên me pêk bînin."

ANHA