Mezlûm Ebdî: Êrişa li dijî komeleya kurdî pirsgirêka kurdî dike hedef

Mezlûm Ebdî li ser komkujiya li Parîsê got: “Êrişa li ser komeleya kurdî ya li Parîsê pirsgirêka kurdî dike hedef û cihê şermezariyê ye.”

Mezlûm Ebdî: Êrişa li dijî komeleya kurdî pirsgirêka kurdî dike hedef
23 kanûn, 2022   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro piştî nîvro êrişeke çekdarî li dijî Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê pêk hat ku di encamê de 3 kurd şehîd bûn û 3 din jî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe Twitterê êrişa li Parîs şermezar kir û got: “Ev êriş pirsgirêka kurdî hedef dike û cihê şermezariyê ye. Em bawer in ku serokê Fransa Emmanuel Macron û saziyên dadmendî dê êrişekeran eşkere bikin.”

Her wiha Mezlûm Ebdî bang li xurtkirina hevkariyê di têkoşîna li dijî terorê de kir.

Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

(şx)

ANHA