​​​​​​​PYD’ê û 3 rêxistinên din piştgiriya xwepêşandanên li Siweydayê kir 

PYD û 3 rêxistinên din ên Sûriyê piştgiriya xwe ji xwepêşandanên li Siweydayê re nîşan da û banga doamandina xwepêşandanan kir.

​​​​​​​PYD’ê û 3 rêxistinên din piştgiriya xwepêşandanên li Siweydayê kir 
22 kanûn, 2022   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Demokratîk a Vegerandina Serdestiyê û Biryarê, Desteya Tensîq Wataniye-Tevgera Guhertina Demokratîk, Însiyatîfa Niştimanî ya Çiyayê Ereb û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) duh daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewamkirina xwepêşandanên aştiyane li Siweydayê ji cîhanê re îsbat dike ku daxwazên gelê Sûriyê yên rûmet û azadiyê, hîna didomin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em piştgiriya gelê xwe yên li Çiyayê Ereb dikin. Divê ew dewam bikin û li bajarên din ên Sûriyê belav bibe da ku giyanê şoreşgerî li şoreşa aştiyane ya Sûriyê vegerîne ku ji Derayê dest pê kir û li Sûriyê belav bû.”

Li Siweydayê ji bo pêşxistina rewşên aborî, siyasî û jiyanî xwepêşandan dewam dikin.

(şx)

ANHA