​​​​​​​Çeteyan welatiyekî din ji eşîra El Bo Esaf revand

Çavkaniyên ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li başûrê kantonê welatiyek revand û li hember berdana wî 4 hezar dolar fidye xwest.

​​​​​​​Çeteyan welatiyekî din ji eşîra El Bo Esaf revand
22 kanûn, 2022   08:55
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan, çeteyên "têkoşîna li dijî terorê" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker duh bi ser bajarokê El Elî Baciliyê (15 km li başûrê kantona Girê Spî) de girt û welatiyê bi navê Xidir Casim El Mihemed (30) ê ji eşîra El Bo Esaf şaxê Metarda revand.

Li gorî çavkaniyan ev cara duyemîn e ku El Mihemed ji aliyê çeteyan ve tê revandin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyan li hember berdana wî 4 hezar dolar fidye ji malbatê xwestiye.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker revandina welatiyan li herêmên dagirkirî yên Sûriyê wek rêbazeke ji bo şantajkirina şêniyên resen ên li wan herêman û bidestxistina pereyan bi kar tînin.

Di 12`ê Kanûnê de çeteyan rûspiyê eşîra El Bo Esaf Hayil Casim Xelef El Hesan revandibû.

ANHA